BI DÎMEN

Li Sydneyê 46’emîn salvegera damezrandina PKK’ê hate pîrozkirin

Kurdistaniyên li bajarê Sydneyê 46’emîn salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin.

Li bajarê Sydney ê Avûstralyayê bi çalakiyeke girseyî 46’emîn salvegera damezrandina PKK’ê hate pîrozkirin.

Çalakî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hate lidarxistin û Hevseroka DKTM’ê Ronahî Qendîl di çalakiyê de axivî û got: ‘’Em mîmarê felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ Rêber Apo silav dikin.’’

Hevserokê NCDK’ê Tîmûr Tatvan jî axivî û ev yek anîn ziman: ‘’PKK’ya ku Rêber Apo beriya 46 salan li gel hin hevalên xwe damezrandî îro bi milyonan kes li dorêkom bûye û veguheriye tevgereke gel. Bi saya têkoşîna Rêber Apo û têkoşîna PKK’ê ya dîrokî Şoreşa Kurdistanê gelekî nêzîkî azadî û serkeftinê ye. Rêya jiyananeke birûmet û pêşerojeke azad girêdayî kombûna li dora Rêber Apo û PKK’ê û mezinkirina têkoşînê ye.’’

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Avûstralyayê Brûsk Ayverî jî da zanîn ku PKK bûye hêz û hêviya Kurdên li çar perçeyên Kurdistanê û got: ‘’Weke gelê Kurd em li ku derê jî bin divê em xwedî li meşa serketinê derkevin û erk û berpirsiyariyên xwe bi cih bînin.’’

Çalakî bi xwendina helbest, stran û gerandina govendê bi dawî bû.