Rêveberiya Xweser li parlementoya Elmanyayê serdanên dîplomatîk dike

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê li Ewropayê Ebdulkerîm Omer li Meclîsa Federal a Elmanyayê bi koma Partiya Çepgir (Dîe Lînke) re li ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk danûstendin kir.

Di çarçoveya pêşxistina têkiliyên dîplomatîk û siyasî de, nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê Ewropayê Ebdulkerîm Omer bi bloka Partiya Çepgir a Parlamentoya Almanyayê re li avahiya parlamentoyê ya li Berlînê civiya.

Dr. Ebdulkerîm Omer û nûnerê rêveberiyê yê li Almanyayê Xalid Derwîş di heyeta Rêveberiya Xweser de cih girtin. 

Di hevdîtinê de, Omer behsa êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku di encamê de bi dehan sivîl şehîd bûn. Her wiha qala hedefgirtina binesaziya herêmê, navendên xizmetguzariyê wekî cihên petrol, gazê, depoyên genim û nexweşxaneyan kir û diyar kir ku dewleta Tirk teqîna li Stenbolê kir hinceta êrişan.

Omer ji parlamenteran re got: “Me di daxuyaniya xwe de ew bûyer şermezar kir. Me banga avakirina komîteyeke lêpirsînê ya navneteweyî ya bêalî kir ku lêpirsîneke adil bike û encamên wê ji raya giştî re ragihîne. Me destnîşan kir, piştî demeke kurt dewleta Tirk wê êrîşa li Stenbolê bike hinceta êrîşên li ser herêmê. Tirkiye dixwaze li ser hesabê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serkeftinan pêk bîne û di hilbijartinên bê de sûdê jê wergire.”

DEWLETA TIRK DIXWAZE KOBANÊ, MINBÎC Û TIL RIFETÊ DAGIR BIKE

Omer destnîşan kir ku wan ji parlamenteran re diyar kirine ku hikumeta Tirk ji bo dagirkirina Kobanê, Minbic û Til Rifetê amadekariya êrişkeke bejahî dike û anî ziman ku eger ev êriş pêk were, dê pêleke din a koçberiyê ber bi derve û nexasim ber bi Ewropayê ve çêbe. Omer diyar kir her wiha wê DAIŞ ji valahiya ku çêbe, sûdê wergire û êrişî girtîgehên ku çeteyên wê lê ne û kampa Holê bike û got: “Pê re wê bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê birevin. Ev yek li ser me û civaka navneteweyî xetereyê çêdike.”

Omer bi bîr xist ku dixwazin nakokiyan bi diyalogê çareser bikin û her dewletek an aliyekî siyasî dikare di vê diyalogê de bi rolekê rabe.

Omer diyar kir ku wan bang li parlamenterên Alman kiriye ku berpirsyariyên xwe pêk bînin û ji bo rawestandina van êrişan ku gefê li herêmê dixwin û têkoşîna navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê qels dikin, zextê li hikumetên Ewropayê bikin.

Omer diyar kir wan bang li Parlamentoya Federal a Almanyayê jî kiriye ku gefên dewleta Tirk têxin rojeva xwe.