Li Baxoza Jor 19 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku li bajaroka Baxoja Jor a li rojhilhatê Dêrazorê şerekî giran heye û wesayîtên çeteyan ên bombebarkirî hatine îmhakirin. Hate ragihandin ku 19 çete hatine kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku di çarçoveya qonaxa dawîn a Pêngava Bagera Firatê de hêzên wan li herêma Baxoza Jor operasyona paqijiyê dane destpêkirin û 11 mayînên çeteyan hatine rakirin.

Di daxuyaniya QSD’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Li vê herêmê terorîst ji bo ku pêşveçûna şervanên me bisekinînin, bi obus û hawanan û piştre jî bi 3 wesayîtên bombebarkirî êrîşî hêzên me kirin. Her 3 wesayîtên bombebarkî ji aliyê hêzên me ve hatine îmhakirin. Hêzên me li vê derê motorbisikletek îmha kirine ya ku doçkayeke 12,5 li ser wê bû.

Di van şeran de 19 çete hatine kuştin. Hêzên me dest danîne ser cenaze û çekên çeteyan.

Di vî şerî de balefirên şer ên hêzên koalîsyonê jî piştgiriyê didin operasyona me.

Di van şeran de 4 şervanên me birîndar bûne.”