Şerê qedandina terorê: 31 çete hatin kuştin

Di qonaxa dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê de ya ku jê re ‘şerê qedandina terorê’ tê gotin, QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawîn eşkere kir. Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku di şer de 31 çete hatine kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bîlançoya 24 saetên dawîn ên qonaxa dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir.

Di 24 saetên dawîn de 31 çete hatin kuştin. Bîlançoya roja dawîn wisa ye:

ENIYA BAXOZÊ

“Rêxistina terorîst a DAÎŞ‘ê bi çekên giran û 3 erebeyên bombebarkirî êrîşî nuqteyên hêzên me kirin, şervanên me bersiva êrîşan da û beriya ku bigihêjin armanca xwe 2 erebe teqandin. Ji ber zexta teqînê du şervanên me birîndar bûn. Erebeya sêyemîn jî ji aliyê balafirên Koalîsyona Navdewletî ve hate teqandin.

Di navbera şervanên me û endamên rêxistina terorîst de şerên giran rû dan, di encamê de 8 terorîst hatin kuştin. Her wiha hêzên me li nuqteyeke ku lê bi cih bûne tektîkek da meşandin û ji nuqteyê vekişiya, paşê terorîst xwe li nuqteyê girtin, li vir balafirên koalîsyonê êrîş kirin û hemû terorîstên li nuqteyê hatin kuştin. Hêzên me li vir 3 nûqte tespît kirin û li nuqteya ku jê vekişiyabûn vegerand.

Piştî şerên giran ku bi saetan berdewam kir hêzên me 1 km li vê eniyê pêş ketin û 9 nuqte girtin. Her wiha balafirên koalîsyonê depoyeke cebilxane, du wesayît, 2 erebeyên bombebarkirî rûxandin her wiha emîrekî DAÎŞ kuştin.

Di heman demê mayînek bi şervanekî me ve teqiya û ew birîndar kir.

ENIYA HECÎNÊ

 Di navbera hêzên me û terorîstên DAÎŞ‘ê yên di tunelan de şer rû da, du terorîstan hewl dan xwe bi şervanên me ve biteqînin, şervanên me li wan da û ji dûr ve bombeyên bi wan ve teqiyan.

Li ser vê yekê şervanên me tunel girtin û operasyoneke paqijkirinê dane destpêkirin, du mayîn ku terorîstan çandibûn di malekê de teqiya, lê ziyan çênebûn. Li vir doçkaya 12.5 û 2 kaleşnîkof ketin destê şervanan.

Şervanên me li vê eniyê pêşde çûn û gelek mal paqij kirin û 5 nuqteyên nû girtin.

Ji ber mayînên terorîstan hêzên me bi baldarî pêş de çûn, li vir jî 13 mayîn ji aliyê tîmên me yên taybet ve hatin teqandin.

BÎLANÇO

-Hejmara kuştiyên terorîstan: 31.

- Êrîşên balafirên Koalîsyona Navdewletî: 15.

-Çekên ku ketina destê şervanên me: Doçka 12.0 û 2 kaleşnîkof.

–Windahiyên rêxistina terorîst: Topek hawanê, 2 depoyên cebilxaneyê, 5 erebe û 1 tunel hatin rûxadnin.

-Hejmara şervanên me yên birîndar: 3”