QSD’ê xetên parastinê yê bajarokê Baxozê kontrol kir
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku li bajarokê Baxoz ê ku ev çend rojin şerê dijwar lê diqewime, xeta parastinê ya DAIŞ’ê di destê hêzên wan de ne.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku li bajarokê Baxoz ê ku ev çend rojin şerê dijwar lê diqewime, xeta parastinê ya DAIŞ’ê di destê hêzên wan de ne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê destnîşan kir ku li bajaroka Baxozê di roja duyemîn de şerekî dijwar diqewime û pêşveçûna hêzên wan didome. QSD'ê ragihand ku hêzê wan xetên parastinê yên çeteyan kotrol kir.
QSD`ê diyar kir ku di şerê heta niha li bajarok diqewime de, gelek windahiyên çeteyan çêbûne û gelek çete hatine kuştin
QSD'ê diyar kirr ku hêzên wan dest danîne ser çekên sivik û navîn ên çeteyan, her wiha depoyekî çeteyan ê cebilxanê ji aliyê hêzên wan ve hatiye teqandin.
Hate ragihandin şerê li Baxozê didome.