YPG’ê destnîşan kir ku li navçeya Cindirês û Şiyê yên Efrînê li dijî çeteyên çeteyên Ehrar El-Şam û Lîwa El-Waqas çalakî hatine kirin û di çalakiya li gundê Xezawiye Cindirêsê ya li dijî çeteyên Ehrar El-Şam de çeteyên bi navê Îbrahîm el-Rabîa û Atta el- Mûsa ên ji Hemayê hatin kuştin.
Navenda YPG’ê di daxuyaniya xwe de daxuyakirin ku 19’ê Îlonê di çalakiyên ku li navçeyên Cindirêsê û Şiyê yên ser bi Efrînê hatyin lidarxistin de 4 çete hatin kuştin.
Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Di roja 19’ê Îlonê de hêzên me li gundê Xezawiyê yê girêdayî navçeya Cindirêsê ya Efrînê çeteyên girêdayî koma Ehrar el-Şam kirin hedef û bi bandor lêdan. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 3 çete brîndar bûn.
Navên çeteyên ku hatine kuştin wiha ne: Îbrahîm el-Rabîa (Hama), Atta el-Musa (Hama).
Di heman rojê de yekîneyên me li gundê Hekîçê ya navçeya Şiyê ya ser bi Efrînê ve li hember 2 çeteyên girêdayî koma bi navê Lîwa el-Waqas çalakiya kêmîn pêk anîn. Di encama çalakiyê de her du çete hatin kuştin û çekeke MG3 hate desteserkirin.”