Pêngava Dawîkirina Terorê: 6 çete hatin kuştin

Piştî rizgarkirina pira ku çeteyên DAIŞ’ê derbasî El-Bûkelamê dibûn hate rizgarkirin û şûnde, çeteyan ji nû ve êrîş kirin. Şervanên QSD’ê yên ku êrîş şikandin, 6 çete kuştin.

Şervanên QSD’ê yên Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Dawîkirina şerê Terorê’ ku li Rojhilatê Çemê Firatê li dijî çeteyên DAIŞ’ê dabû destpêkirin didomîne, pêşevçûna şervanan a li herêmê dom dike. Şervanên QSD’ê piştî şerê dijar ê li Boxaza Jorîn û şûnde, pira stratejîk a rêya veguhestina çeteyan a ji bo El Bûkelamê ji çeteyan rizgar kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku çeteyan ji nû ve êrîşî pirê kirin. Li gorî daxuyaniya hatî kirin, şervanên QSD’ê êrîşa çetan têk birin û 6 çete hatin kuştin.