Nasrallah destnîşan kir ku peymana ku li ser Îdlibê li hevkirî de têkildarî heyîna Hîzbûllah a li Sûriyeyê ti guhertinekê nade çêkirin û got: “Piştî peymana Îdlibê û şûnde heta aramîbûna piştî Îdlibê jî em ê bimînin.”
Hasan Nasrllah da xuyakirin ku heyîna leşkerî ya li Sûriyeyê pêwîstiyeke ya rejîma Sûriyeyê ye û bi erêkirina wan bûye. Nasralah destnîşan kir ku dema ku şerê hêzan ên li ser sînor kêm bûn wê di kêmbûna hêzên Hîzbûllahan de jî kêmbûn bibe.
Liderê Hîzbûlla, diyar kir ku eger di çarçoveya plana lihevkirinê ya li Îdlibê pêk were de, wê li Sûriyeyê ‘aramî’ pêk were û wê demê wê ti ‘xetên eniyan’ nemînin.
Li ser daxwaza Lîderê Rejîma Sûriyeyê Beşar Esad sala 2013’an bi hezaran çekdarên Hîzbûlahan çûn welat, bi taybet li herêmên nêzî sînorên Libnanê şer kirin.