QSD’ê bîlançoya 24 seatên dawî eşkere kir: 35 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku di 24 seatên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de 35 çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyeke nivîskî  encamên şerê 24 saetên dawîn ya qonaxa dawîn a Bagera Cizîrê eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di nava 24 seatan de 35 çete hatine kuştin.

Berfirehiya daxuyaniya QSD’ê wiha ye;

“Di çarçoveya Qonaxa Şerê Tunekirina Terorê ya berdewa hemleya Bagera Cizîrê de, hêzên me operasyona xwe ya leşkerî li dijî çeteyên DAIŞ`ê dewam dike. Hêzên me li gelek eniyan ku şerên giran lê rû didin, gelek pêşketin bi dest xistin.

Detayên şerên 24 saetên dawîn wiha ne:

Eniya Hecîn

Hêzên me bi çeteyan re li gelek noqteyan ketin nava şer. Di encamê de hêzên me 2 km bi pêş ve çûn û 15 nuqteyên sabît ava kirin. Çeteyan hewl da êrîş bikin, lê şervanên me bersiv da, li vir kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn û çeteyên din jî reviyan. Di vî şerî de şervanekî me şehîd bû û yek jî birîndar bû. Li vê eniyê niha bêdengiyek heye.

Eniya El-Kesra

Şervanekî me bi guleya sekvanekî çeteyan birîndar bû, rewşa wî niha baş e. Her wiha mayinek bi 5 şervanên me de teqiya. Di encamê de, her pênc birîndar bûn, du ji wan rewşa wan xeternak e. Di heman demê de, balafirên Koalîsyona Navneteweyî jî gelek navendên çeteyan bombebaran kirin, lê der barê zerarên çeteyan de tu agahî nehatin bidestxistin. Her wiha li vê eniyê çeteyek hate kuştin.

Eniya El-Şedadî

Li vê eniyê şerekî giran di navbera şervanên me û çeteyan de nîv saetekê dewam kir. Şervanên me bi hewanan baregehên çeteyan hedef girtin. Şervanên me 1 km bi pêşve çûn û 17 nuqteyên sabît li vê eniyê ava kirin. Her wiha balafirên koalîsyonê jî gelek baregehên çeteyan bombebaran kirin.

Eniya Baxoz

Şerên giran di navbera şervanên me û çeteyan de li vê eniyê rû dan. Li vir çeteyek bi destê sekvanên hêzên me hate kuştin. Hêzên me li navenda gundê Baxozê pir bi pêş ketin û xetên parastinê yên çeteyan şikandin.

Fermandariya vê eniyê tekez kir ku 17 çete hatin kuştin, her wiha serçeteyê bi navê Ehmed Ehmed El-Seîd (Ebû Hacir El-Şamî) hate girtin. Di heman demê de, alaveke leşkerî ya çeteyan hate rûxandin û tîmên endezyariya leşkerî 60 mayinên ku li herêmê hatibûn çandin, bê bandor kirin.

Hêzên me di hundirê gundê Baxozê de bi pêş ve diçin û şerên giran li wir rû didin. Cenazeyên çeteyan li naverasta gund belav bûne. Her wiha fermandariyê tekez kir ku çete li gelek nuqteyên li gund hatin dorpêçkirin.

Di heman demê de, hêzên me pira di navbera Baxoz û bajarê El-Bûkemal de piştî şerên dijwar ku ji şeva din heta vê sibê dewam kir, rizgar kir. Çeteyan ji bo careke din bidestxistina pirê, di saetên sibê de êrîş kir. Hêzên me bersiv da û çete neçar man bi paş de birevin. Di encamê de 6 êrîşkar hatin kuştin.

Yekîneyên me yên taybet du Êzidiyên ji Şengalê ku hatibûn revandin, rizgar kirin.

3 şervanên me birîndar bûn, yek jî şehîd bû.

Ji şeva din heta van kêliyan, 35 çete hatin kuştin, hêzên koalîsyonê 9 caran êrîşî baregehên çeteyan kir. Nuqteyên ku hatine tesbîtkirin 64 heb in.

Her wiha 2 şervanên me şehîd bûn û hin şervanên me yên din jî birîndar bûn.”