Li Dêra Zorê di 24 saetên dawîn de çi bû?

QSD’ê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê li Dêrazorê pêngavek dabû destpêkirin. QSD di qonaxa dawîn a vê pêngavê de gelekî bi pêş ve çû û pireke stratejîk bi dest xist. Di 24 saetên dawîn de gelek çete hatin kuştin û gelek sivîl hatin rizgarkirin.

Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de şervanên QSD’ê li dijî bajaroka Hecînê ya nêzî sînorê Iraqê operasyon dabûn destpêkirin.

Operasyon ji 11’ê Îlonê û vir ve didome. Li nêzî sînorên Iraqê şerên dijwar çêbûn.

Di 24 saetên dawîn ên operasyonê de pireke stratejîk hate bidestxistin û êrîşên çeteyan hate şikandin. Gelek sivîl ji destê çeteyan hatin rizgarkirin.

PIREKE STRATEJÎK HATE DESTESERKIRIN

Di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAÎŞ’ê de li gundê Baxoza Jorîn şerên giran pêk hat.

Şervanên QSD’ê pira di navbera gund û El Bûkemalê xistin bin kontrola xwe. Gundê Baxoza Jorîn 6 kîlometreyan dûrî sînorê Iraqê ye.

Piştî paqijkirina pirê çeteyan dîsa êrîş kirin. Li gorî Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê şervanên wan li vê derê 6 çete kuştine.

DU JINÊN ÊZIDÎ HATIN RIZGARKIRIN

Ji aliyekî ve operasyon bi pêş ve diçe û ji aliyê din ve jî bi operasyonên taybet sivîl ji destê çeteyan tên rizgarkirin. Li gorî Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê li bejahiya Dêrazorê şervanên wan bi operasyoneke taybet du jinên Êzidî ji nav destê çeteyan rizgar kirine. Hate diyarkirin şervanan zarokê bi navê Înas Reşo (12) û jina bi navê Melko Xidir Kotî (40) ya ji gundê Koço rizgar kirine.

SERÇETEYEK HATE GIRTIN

Di 18’ê Îlonê de çeteyan derbeke giran xwarin. Li eniya Baxozê serçete Evû Hacîr El Şamî ji aliyê şervanên QSD’ê de hatin girtin.