Li Kobanê bi hezaran kes ji bo Efrînê dimeşin
Bi hezaran welatiyên Kobanê li Qada Jina Azad li hev civiyan û li dijî dagirkeriya Tirk a li Efrînê dimeşin.
Bi hezaran welatiyên Kobanê li Qada Jina Azad li hev civiyan û li dijî dagirkeriya Tirk a li Efrînê dimeşin.
Gelê Kobanê bi pankarta ‘Li Efrînê ji guhertina demografiyê re na’ , ‘Rizgarkirian Efrînê, rizgarkirina Sûriye ji teror û dagirkeriya Tirk e”, ‘Em bêdengiya navnetewî li dijî kiryarên li Efrînê şermezar dikin’ hildan û bi dirûşmeyan Berxwedana Serdemê ya Efrînê silav dikin.
Diyar bû gel wê li kolanên bajêr bigerin û piştre vegerin Qada Jina Azad. Li qadê wê rêveberên Kantona Kobanê ji gel re biaxivin.