Gelê Kobanê li dijî tecrîd û dagirkirina Efrînê meşiya

Welatiyên Kobanê ji bo Efrînê meşiyan. Di meşê de tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hate şermezar kirin.

Gelê Kobanê bi pêşengiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji bo rizgarkirian Efrînê meşiyan. Meş li Qada Peykerê Jina Azad bi beşdarbûna hezaran kesî bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG, YPJ; QSD, TEV-DEM PYD û TEV-ÇAND’ê meşiyan. Di meşê de wêyên şehîdên Efrînê û pankartên şermezarkirina tecrîda giran a li ser Ocalan hatin hildan.

JI GELÊ EREB HETA KOÇBERAN HEMÛ KES BEŞDARÎ MEŞÊ BÛN

Ji bilî firin û dermanxaneyan derabeyên hemû dikanan hatin girtin û welatî beşdarî meşê bûn. Nûnerên hemû sazî û rêxistinên li kantonê, xwendekar û mamosteyên di betlaneyê de beşdar bûn. Ji gelê Ereb jî pêşnegê aşîran, jina, zarok û gelek kes beşdarî meşê bûn. Kesên neçar mabûn ji Efrînê koç bikin jî beşdarî meşê bûn. Meş bi dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ li Qada Azadiyê bi dawî bû.

Hêzên Parastina Civakî (HPC) û hêzên ewlehiyê, parastina ewlehiya  meşê kirin û li gelek cihê bajar bendên ewlehiyê hatin danîn. Li gelek cihan jî tîmên tenduritsî û yên Hevya Sor a Kurd hatin bicih kirin.

‘DAGIRKERÎ Û TECRÎD BILA DAWÎ BIBE’

Axaftvanan gotin divê Efrîn azad bibe û tecrîda li ser Ocalan bi dawî bebe û ji bo vê jî banga geşkirina têkoşînê kirin.