Cenazeyê şervanê QSD’ê Şems spartin axê

Cenazeyê şervanê QSD’ê Mihemed El Xelef (Şems) ê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû, bi merasîmekê spartin axê.

Bi sedan welatiyên gundê Ebû Xeşeb û gundên rojavayê Dêra Zorê cenazeyê şervanê QSD`ê Mihemed El-Xelef (Şems) ku di pêngava dawî ya Pêngav Bagera Cizîrê de şehîd bû, li Goristana Şehîd Xidir El-Hemade spartin axê.

Cenazeyê şehîd di ketina gundê El-Mekmen hate wergirtin û bi karwanekî ber bi Goristana Şehîd Xidir ve ket rê.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Her wiha merasîmeke leşkerî ji aliyê endamên Polîsên Leşkerî ve hate lidarxistin.

‘HETA DAÎŞ TINE BIBE…’

Piştre yek ji fermandarên QSD`ê Ebû Îslam axivî û soz da hemû dayikên şehîdan ku ew ti carî xwîna şehîdên xwe li erdê nahêlin û wê tola wan rakin. Ebû Îslam destnîşan kir ku wê heta dawiyê di pêngava dawî ya li dijî çeteyên DAIŞ`ê de şer bikin da ku ji hemû cîhanê re tekez bikin ku wê bajarokê Hecîn ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikin.

‘BI SAYA ŞEHÎDAN BER BI AZADIYÊ VE DIÇIN’

Her wiha endama Mala Jinan a El-Cezrat Xedîce El-Elî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û destnîşan kir ku şehîdan ji bo azadiya gelan canên xwe da ku gelê wan bi saya têkoşîna wan ber bi azadiyê ve biçe.

Piştî nasnameya şehîd hate xwendin û şûnde radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê Şehîd El Xelef bi dirûşmayan spartin axê.