Li dijî hucreyên DAÎŞ’ê û MÎT'ê çalakiyên hemwext

Bi tevlîbûna HAT Asayîş, YPG û YPJ’ê li dijî hucreyên çeteyên DAÎŞ’ê û artêşa Tirk ên li Kobanê çalakiyên bi bandor û hemwext hatin kirin. Di çalakiyê de bi dehan çete hatin girtin û rêjeyek çek hate desteserkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku 19’ê Îlonê Hêzên Antî Teror ên Asayîş (HAT Asayîş), YPG û YPJ’ê li dijî hucreyên çeteyên DAÎŞ’ê û artêşa Tirk ên li gundê Qûbbê û Ceddê yên navçeya Şêxler a Kobanê çalakiyeke hemwext kirine.

Navenda YPG’ê têkildarî çalakiyê ev agahî parve kir:

“Li navçeya Şêxler a ku dikeve başûrê rojavayê Kobanê, di roja 19’ê Îlonê de bi operasyonên hevbeş yên hêzên me YPG, YPJ û yekîneyên Asayîşê, hucreyên razayî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û DAÎŞ’ê hatin bêbandorkirin.

OPERASYONEKE TAYBET Û HEMWEXT

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker û DAÎŞ yên ku hewl didin rewşa aram û ewle ya li Bakûrê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê qels bikin, bi armanca pêkanîna xebatên terorê xwe di herêmê de bi awayekî nepenî rêxistin dikin. Bi vê armancê gelek komên çete yên ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker ve hatiye avakirin, xwe di nav gelê me yê sîvîl de vedişêrin. Li Kobanê, ev komên ku pêwendiya xwe bi MÎT û DAÎŞ’ê re hene û ev demeke ku di bin çavdêriya hêzên ewlehiyê de bûn, bi operasyonek taybet ya hevbeş ya hêzên Asayîş û hêzên me ve hatin bêbandorkirin.

BI DEHAN ÇETE HATIN GIRTIN

Di 19’ê Îlonê de li gundên Qûbbê û Ceddê yên girêdayî navçeya Şêxler a ser bi bajarê Kobanê ve, li hember van çeteyan ji aliyê hêzên me, yekîneyên Asayîşê û Hêzên Asayîşa Taybet (HAT) ve operasyonên hemwext hatin lidarxistin. Di encama operasyonên serkeftî de bi dehan çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û DAÎŞ hatin girtin.

RÊJEYEK ZÊDE ÇEK Û CEBILXANE HATIN DESTESERKIRIN

Di encama lêgerînan de mîqdarek zêde amûrên teqemenî yên ku ji bo êrîşên bombeyî dihatin amadekirin, 2 çekên B-7 roketavêj û 10 guleyên wê, 11 çekên AK-47, 2 dûrbînên şevê, 4 dûrbînên roj, 14 telefon, 4 destik, 9 tabanca û guleyên wê li gel cûr be cûr amûrên leşkerî û muhîmmat hatin desteserkirin.”