Li Şêrewa 2 çeteyên Ehrar El-Şerqiye hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê ragihand ku li navçeya Şêrewa ya Efrînê li dijî komên çete yên ku dewleta Tirk piştgirî dikin çalakiyên xwe didominin.

YPG’ê anî ziman ku di çalakiya li navbera gundê Kefer Nebo ya Beradê ya navçeya Şêrewa ya Efrînê ku li dijî bageha çeteyên Ehrar El Şerqiyeyê de 2 hatine kuştin, 3 jî birîndar bûne.

Navenda YPG’ê destnîşan kir ku di çarçoveya pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê, de çalakiyên yekîneyên wan ên li dijî dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê didomînin.

YPG’ê têkildarî çalakiyê ev tişt got: “Di dîroka 18’ê Îlonê de yekîneyek me di navbera gundên Kefer Nebo û Beradê yên girêdayî navçeya Şêrawa de baregeheke koma çeteyên Ehrar El-Şerqiye kirin hedef. Di navbera hêzên me û çeteyan de şerê sînge sîng qewimîn. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û 3 çete jî birîndar bûn.