Şervana YPJ’ê Dilbirin: Ez ê xeyalên bavê xwe  bi cih bînim

Şervana YPJ’ê Dilbirîn Yilmaz: Ez dixwazim bibim şopdarên hevalên şehîd û xeyalên wan bi cih bînim. Bila ciwanên Kurd ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin.

Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê gelek lehengî çêbûn Şoreş di nava xwe de gelek serpêhatiyên bi nirx dihewîne. Yek ji wan serpêhatiyan jî yê Dilbirîn Yilmaz e.  Şervana YPJ Dilbirîn Yilmaz ya ku ji Kobanê ye û bi ruhê şoreşê re ew, bavê xwe û birayê xwe tevlê şoreşê bûne jiyana xwe bi lêv dike û dibêje; “Ez ê li ser şopa bavê xwe û yê tevahî hevalên şehîd bimeşim.”

‘ŞOREŞ MIROVAN MEZIN DIKE’

Şervana YPJ ê Dilbirîn ji bo tevlêbûna xwe ya nava YPJ got; “Malbata min Serokati nas dikin, ev ruh û ruhê welatparêztiyê car din berxwedanî û şahadetên ku di şerê Kobanê de hatin jiyîn hişt ku ez beşdarê nava YPJ'ê bibim. Dixwazim bibim şopdarê wan hevalên şehîd û xeyalên wan pêk bînim. Ew heycan û coşa şoreşê di me de hêzek û heskirinek gelekî mezin çêkiribû. Di destpêkê de birayê min tevle bû, piştê wê jî ez tevlê bûm. Ya rastî gava mirov di bihîze û dibîne gelek ferq heye. Gava mirov di nav de be û wê ruh û berxwedaniya şoreşê bijî, cuda ye. Mirovan mezin dike û bihêz dike. Mirov wê demê fêm dike ku layîqê Serokatî û tevahî hevalên şehîd derdikeve. Gava ji me re qala şoreşê dihat kirin di me de hêzek cuda derdiket pêş. Di nava şoreşê de şerkirin û têkoşîna ji bo xwe gelek pîroz e. ''

‘EM TIM WEKE HEVALAN BÛN’

Dilbirîn de balê dikşîne ser tevlêbûna birayê xwe û bavê xwe jî û dibêje;  “Ez babê xwe û birayê xwe em di nava şoreşê de ne, di demên cuda de em tevlê bûn. Gava mirov bîra şoreşê dibe, wê demê tevlêbûna nav şoreşê mirov hîsên serbilindiyê bi mirov re çêdibin. Jixwe em weke hevalan bûn. Em ne weke keç û bav û bira bûn, em tim weke hevalan bûn. Ji bo şanaziyeke ku em di nav şoreşeke ev qasî pîroz de ne.''

‘ME HÊZA XWE JI BAVÊ XWE DIGIRT’

Dilbirîn di nirxandinê xwe de ji bo bavê xwe jî diaxive. Gava qala bavê xwe dike jî bi peyva rêheval Hecî dest pê dike û wiha berdewam dike; “Bi rastî jî bavê min ango rêheval Hecî tu carî weke bavik nêz nebû. Her tim weke hevalekî  bû. Tevahî lêhûrbûyîn û jiyana wî li ser şopa rêhevalên Şehîd û Serokatî bû. Her tim qala Serokatî û hevalên şehîd dikir. Tişta ku em ciwanên Kurd bijîn divê çi be, ew fêrî me dikir.Me hêz ji bavê xwe digirt.”

Dilbirîn dibêje gava rêheval Hecî beşdarî nava YPG bu jî bi eşqeq beşdar dibû, dijî û bi eşq nêzî welatê xwe dibû. Dilbirîn di berdewamiya gotinên xwe de jî van gotina tîne ser ziman; “Dixwest layîqê Serokatî be û tevahî hevalên şehîd derbikeve. Bi rastî jî ez armanc û hedefên rêheval Hecî ji xwe re esas digrim. Ez ê bi tekoşîna xwe xeyalên rêheval Hecî û yê tevahî hevalên şehîd pêk bînim. Gelek dixwest layîqê Serokatî be, li şoreşê û hevalên Şehîd derbikeve. Ez jî dixwazim bibim şopdarê wî û tevahî hevalên şehîd. Şahadetê bavê min hêzek pir mezin da min. Gava mirov perçeyek ji dilê xwe ji bo şoreşê bide wê demê mirov bêhtir pê ve tê girêdan. Ez jî bêhtir bi şoreşê ve hatime girêdan. Ez bi eşq tevlî şoreşê dibim.''

‘BILA CIWANÊN KURD JI BO SEROTAKÎ TÊBIKOŞIN’

Şervana YPJ ê Dilbirîn beriya şoreşê û bi avabûyîna şoreşê re guhertinên li ber çav têne jiyîn vegot. Ji bo vê yekê dibêje; “Beriya şoreşê zordarî û tundiyek hebû, me ne dikarî em bi ziman û nasnameya xwe tevbigerin. Li ser axa xwe di welatê xwe de me nedikarî em bijîn. Lê bi ruhê şoreşê re û di encamêa kedên rêhevalên me yên şehîd afirandine em bi zimanê xwe û bi jiyana xwe li ser xaka xwe dijîn. Jiyanek gelek xweş hatiye avakirin. Li ser axa me alên me li ba dibin, jiyanek hevbeş heye ev nirxek gelek pîroz e. Bi dilê xwe tevlê bûm. Hevaltiyek pir cuda min nava jiyanê de dît û ez dijîm.” Dilbirîn di dawiya  gotinên xwe de bangawazî li ciwanên Kurd dike. “Li ser vê bingehê bangawaziya min ji tevahî ciwanên Kurd re heye. Ji bo welatê xwe, mafê xwe û beriya her tiştê ji bo Serokê xwe bila têbikoşin û şer bikin. Piştî ku em tev lê bûn me Serokatî zêdetir naskir û şoreşê jî fêm kir. Pêwîste tevahî ciwanên Kurd jî xwe li ser felsefeya Rêber Apo kûr bibin.''