'Bi rizgarkirina Baxozê re me xeta parastinê ya çeteyan şikandin'

Fermandarê giştî yê qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê Çiya Mihemed got, rizgarkirina gundê Baxoza Jorîn tê wateya şikandina 'bendên parastinê' yên çeteyan.

Fermandarê qonaxa 'Şerê Qedandina Terorê' ya Pêngava Bagera Cizîrê Çiya Mihemed li ser rizgarkirina gundê Baxoza Jorîn civîneke çapemeniyê lidar xist.

Mihemed diyar kir ku di pêngavê de wan dîtine bê gundê Baxoza Jorîn ji bo çeteyan çiqasî girîng e û got, "Ev herêm ji aliyê leşkerî ve cihekî gelekî stratejîk e. Çeteyan hemû xetên xwe yên parastinê li vê derê danîbûn. Ji bo gund neyê rizgarkirin çi ji destê wan hat kirin. Ji ber ku ev der yek ji baregehên wan ên dawî bû yê li pêşiya Hecînê."

Mihemed işaret bi şerê giran ê li derdora gund kir û got, "Hêzên me her şêweyên taktîka şer bi kar anîn û li dijî çeteyan li ber xwe dan. Di navbera hêzên me û wan de van 3 rojên dawî şerekî giran qewimî. Derbên giran li çeteyan hatin xistin û bi dehan çete hatin kuştin. Her wiha gelek çek û cebilxaneyên çeteyan hatin rûxandin û beşek mezin jî ketin destê şervanên me. Hêzên koalîsyona navneteweyî hem bi balafirên şer, hem jî bi çekên giran cihekî aktîf di nava pêngavê de girtin. Hêzên me jî di dawiya dawî de hemû baregehên çeteyan yek bi yek hilweşandin û Baxoz rizgar kirin. Berê hêzên me li Hecînê ye û bi pêş ve diçin."

Mihemed diyar kir ku bi sedan mayinên çeteyan hatine teqandin û gelek wesayitên bombebarkirî hatine rûxandin. Çiya Mihemed destnîşan kir ku ev serketina wan bi saya şehîdên leheng pêk hatiye û got, wê têkoşîna şehîdan bidomînin.