Erdogan bi Pûtîn re li hev kir, çete li Efrînê bi hev ketin

Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (El Nûsra) û Feyleq El Şam li navçeya Cindirê sa Efrînê ya ku dagir kiribûn bi hev ketin.

Li gorî agahiyên hatin girtin, şerê çeteyan li nuqteya leşkerî ya li gundê Dêrbelût a Cindirêsê hatibû avakirin pêk hatiye.

Nuqteya leşkerî di destê çeteyên El Nûsra de ye, lê hate ragihandin ji bo demekê nuqte radestî çetyên Feyleq El Şam hatibû kirin.

Li ser dubare radest girtina vê nuqteyê ya El Nûsra şer qewimî.

Şerê li herêmê dom dike, li ser vê gelek çete û leşerên artêşa Tirk ber xwe dane gund.

Balkêşe ku ev şer piştî ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a li Moskova serdan Serok Dewletê Rûsya Vîlademîr Pûtîn û li hevkirinê û şûnde pêk hatiye.