Cenazeyê 4 şervanên QSD bi merasîmekê hatin veşartin

Welatiyên Dêra Zorê cenazeyê şervanên QSD’ê Hisên El-Ebid (Mekhil), Abdullkerîm El-Nebir (Nemir), Selame El-Recawî (Xezeb), Hemûd EL-Elî (Hemûd) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen veşartin.

Welatiyên Dêra Zorê cenazeyê şervanên QSD’ê Hisên El-Ebid (Mekhil), Abdullkerîm El-Nebir (Nemir), Selame El-Recawî (Xezeb), Hemûd EL-Elî (Hemûd) ku di qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen veşartn.

Merasîm ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpêkir. Piştre yek ji fermandarên QSD`ê Ebû Umer axivî û sersaxî ji malabata her çar şehîdan re xwest û got bi saya şehîdan herêm ji çeteyan tê rizgarkirin û destnîşan kir ku tu carî têkoşîna şehîdan nayê jibîrkirin û ew ê heta dawiyê şopdarên rêya wan bin.

Piştre wesîqetên şehadetê hatin xwendin û radestî malbatên wan hati kirin.

Cenazeyê şervanên QSD’ê bi dirûşme û tilîliyan li goristanê hate veşartin.