Leşkerên Tirk li Qamişlo zarokek birîndar kirin
Leşkerên artêşa Tirk a dagirker gule li gundê Xirab Korik ê Qamişlo barand û zarokê bi navê Abdullah Berzan birîndar kir. Hate diyarkirin ku rewşa zarok giran e.
Leşkerên artêşa Tirk a dagirker gule li gundê Xirab Korik ê Qamişlo barand û zarokê bi navê Abdullah Berzan birîndar kir. Hate diyarkirin ku rewşa zarok giran e.
Leşkerên artêşa Tirk a dagirker îro saet di 15.30’an de gule li sivîlên li gundê Xirab Korik reşand a ku 500 metre dûrî sînorê Tirkiyeyê ye. Zarokê bi navê Abdullah Berzan ê ku pezên xwe diçêrand, ji ber êrîşê birîndar bû.
Zarok rakirin nexweşxaneya Ferman a li Qamişloyê û hate diyarkirin ku rewşa zarok giran e.