PYD'ê derbarê salvegera damezirînê daxuyanî da

PYD'ê got bi çarçoweya hişmendiya neteweya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gavên girîng avêtine û diyar kir, ''YPG-YPJ û hêzên QSD'ê komên terorê yên herêmê têk birin''.

Ji bo salvegera 15'an a damezirandina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Meclîsa Giştî ya partiyê daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniya PYD'ê de hate gotin ku PYD beriya 15 salan di qonaxeke hesas de hate damezirandin û rewşa herêmî û navneteweyî rastî guhertinên mezin dihat û sîstemeke hegemonî ya cîhanî derbasî asteke nû dibû û li ser pêwîstiya nirxandina berfireh ji rewşê re pêwîstî bi avakirina partiyê re zêde bû da ku guhertineke demokratîk di Sûriyeyê pêk were û doza niştimanî û doza Kurdî di Sûriyeyê de bêne çareserkirin.

ÇARESERIYA DOZA KURDÎ Û DEMOKRATÎKBÛN JI HEV NE CUDA YE

Di daxuyaniyê de hate gotin ku rêjîma Baasê ya Sûriyeyê siyaseteke zordarî li hemberî gelên Sûriyeyê dida meşandin û hebûna doza Kurdî di Sûriyeyê de înkar dikin, nemaze giştî diyardeyên jiyana siyasî di Sûriyeyê de tune kirin û zindanên Sûriyeyê bi têkoşerên PYD'ê hatin dagirtin û wiha hate gotin: "Partiya me ji dema damezirandinê ve tê dikoşe da ku çareserkirina doza Kurdî ji doza demokratîkkirinê neyê cudakirin. Her wiha çareseriya xwe ji bo demokratîkkirina Sûriyeyê û giştî Rojhilata Navîn pêşniyar kir."

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku PYD li ser rêya azadiyê û çareserkirina doza Kurdî gelek şehîd dan û di serî de damezirînerên PYD'ê wekî şehîd Şîlan Kobanê û hevalên wê, Osman Dadelî, Ehmed Hisên û piştre Îsa Hiso û herî dawî Xalid Kûtî û wiha hate gotin: "Nirxên şehîdên me veguherîn mîraseke fikrî û rêxistinî û bi saya wê bi rêbazên şoreşgerî beşdarî nava tevgera şoreşgerî ya Sûriyeyê di Adara 2011'an de bû û ji xwe re rêya sêyemîn pejirand û xwe spart fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan a neteweya demokratîk ji bo pêkanîna demokrasiyê li Rojhilata Navîn. Li gorî felsefeya neteweya demokratîk şoreşa 19'ê Tîrmehê di sala 2012'an de hate lidarxistin û rêveberiya Xweseriya Demokraîtk bi hevkariya bi dehan partî û hêzên siyasî yên Kurdî, Erebî, Suryanî û hemû pêkhateyên herêmê re hate avakirin. Bi saya vê rêveberiyê herêmên Rojava û bakurê rojhilatê Sûriyeyê li ser girîngtirîn rêbazên wê yên stratejîk di parastina rewa de bi rêya Yekîneyên Parastina Gel û Hêzên Sûriyeya Demokratîk karibû derbeyên giran li rêxistina terorîst DAIŞ'ê bide û herêmê ji êrîşan û ji tevliheviyan biparêze."

'PERGALA LI SER ÎNKARA VÎNA GELAN HILDIWEŞE'

Di daxuyaniyê de hate gotin ku nexşeyên siyasî yên Rojhilata Navîn beriya nêzî 100 salî bêyî îradeya gelan hatine çêkirin. Niha ev li ber têkçûnê ne û aloziya Sûriyeyê mînaka vê yekê ye. Hêzên kapîtalîst bi hemû rêbazên xwe hewl didin çareserkirina aloziyê dereng bixin û wiha hate domandin: "Heta niha çareseriyek ji aloziya Sûriyeyê re nehatiye danîn. Ji ber vê yekê partiya me PYD'ê bi riya rêbazên siyasî yên demokratîk piştgiriya hevdîtinên di navbera Meclîsa Sûriya Demokratîk û hikûmeta Şamê dike."