Hêzên Rizgariya Efrînê: Li Ezazê du çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê li derdora bajarokê Kil Cibrîn a herêma Ezazê li dijî çeteyan çalakiyek li dar xistin. Hate ragihandin ku di çalakiyê de 2 çete hatine kuştin û yek jî birîndar bûye.

Hêzên Rizgariya Efrînê li ser çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê daxuyaniyeke nivîskî da

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, roja 22’ê Kanûnê tîmeke Hêzên Rizgariya Efrinê li derdora bajarokê Kil Cibrin yê herêma Ezazê ya ku dikeve bakurê Helebê li dijî wesayîta leşkerî ya çeteyên bi nave El Ceyş El-Watenî ya artêşa Tirk a dagirker çalakiyek pêk anîn. Hate ragihandin ku di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û yek jî birîndar bûye.