‘Pêwîstî ne gotinên vala yên aştiyê, bi gavên şênber heye’
Operasyonên leşkerî û bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, li paytexta Elmanya Berlînê hat protestokirin.
Operasyonên leşkerî û bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, li paytexta Elmanya Berlînê hat protestokirin.
Li ser banga hevpar a Meclîsa Jinan a Dest Dan-Hevî û Nav-Berlînê , li ber Dêra dîrokî ya Wêranbûyî (Gedächtniskirche) bi beşdariya gelek Kurdistanî û dostên wan mitîng hat lidarxistin.
Mitîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Piîtî rêzgirtinê daxuyanî hat dan. Di daxuyaniyê hat gotin ku dewleta Tirk bi bikaranîna çekên kîmyewî qanûnên navneteweyî binpê dike û tevî vê yekê jî civaka navneteweyî bêdeng maye. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku agirbesta yekalî ya ku ji hêla PKK’ê ve di 1’ê Adarê hat ragihandin û biryara fesixkirinê ji bo çareseriya pêvçûnên li Tirkiye-Kurdistanê derfetek girîng e.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tevî van gavan jî, dewleta Tirk bi êrîşên balafirên bêmirov, gazên kîmyewî û operasyonên dijwar ên hewayî-erdî li dijî herêmên gerîla û bi taybetî li Metîna, Zap û Avaşînê pêk tîne pêvajoyê sabote dike. Hat diyarkirin ku di van operasyonan de sûcên şer ên giran hatine kirin û ev yek ji hêla çavkaniyên serbixwe ve hatine belgekirin.
Di axaftinên li mitîngê de rexneyên tund li hikûmeta Elmanya jî hatin kirin. Hate diyarkirin ku firotina çek û teknolojiyê ji bo Tirkiyeyê berdewam dike û polîtîkayên krîmînalîzekirinê yên li dijî çalakvanên Kurd berdewam dikin û wiha hat gotin, "Pêwîstî ne gotinên vala yên aştiyê, bi gavên şênber heye."
Mitînga li Berlînê bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Bê Serok jiyan Nnabe” bi dawî bû. Beşdaran banga şikandina bêdengiyê li civaka navneteweyî kir.