Dagirkeriya Tirk li Efrînê 3 sivîlên din jî revandin
Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê li gundê Hesê yê Efrînê 3 welatiyên kal revandin.
Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê li gundê Hesê yê Efrînê 3 welatiyên kal revandin.
Artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê li Efrînê kiriyarên dij mirovane yên li dijî gelê herêmê ku li hember dagirkeriyê serî natewînin dewam dike. Artêşa Tirk û çeteyên wê li gundê Husê yê Efrînê avêtin ser gund. Li gund welatiyên kal ên Henîfe Mihemed (80), Fatma Silêman (58) û Bavê Rêzan (70) revandin û birin cihekî ku nayê zanîn.