Asûrî û Sûryanî: Dewleta Tirk nikare yekîtiya me têk bibe

Asûrî û Sûryaniyan gotin li dijî êrîşên dewleta Tirk ew ê yek bin û li ber xwe bidin.

Ji bo Cejna Noelê gelên Sûryan û Asûr êrîşên li ser Bakurê Sûriyê û Rojava şermezar kirin.

Asûr û Sûryanan gotin li dijî êrîşan ew ê yek bin.

SILEYON: ERDOGAN WÊ NIKARIBE YEKÎTIYA ME BIŞKÎNE

Endamê Komîteya Karên Giştî yên Berevaniya Asûriyan Sergon Sileyon têkilî êrîş û gefên dewlata Tirk ên li ser Bakur û Rojavayê Sûriyê got: ''Em gefên dewleta Tirk ên li ser xaka Sûriyê şermezar dikin. Bi hezaran sal in ji bo berevaniya li van xaka me bi hezaran şehîd dan. Niha jî bi hemû gelan re em ê van xakan biparêzin. Erdogan û hêzên din wê nikaribin vîna me bişkînin, wê nikaribin hevgirtina me û yekîtiya me têk bibin.''

ŞEMÛN: WÊ BERXWEDANA ME BIDOME

Alîkarê Hevserokê MSD'ê Gabrîel Şemûn jî got, rojbûna pêxember Îsa li hemû gelên Sûriyê pîroz dikin û domand, ''Em dixwazin vê pergalê ku gel ev 7 sal in bi demokrasiyê û yekîtiyê bi hev re dijîn li her deverê berbelav bikin. Em ê ji kêşeyên gelên Kurd, Asûr, Ereb û Sûryan û hemû gelan re bibin bersiv û tecrûbeya demokrasiya me ne tenê ji bo Sûriyê ji bo hemû Rojhialta Navîn dikare bibe mînak. Em ê li ser xaka xwe berxwedana xwe bidomînin.

'QSD WÊ SERFIRAZIYÊN XWE BIDOMÎNE'

Em heta bi cem Xwedê bawer dikin ku QSD wê berevaniyê li me bike. Berxwedana me wê domdar be. QSD wê serfiraziyên xwe bidomîne. Em Sûryan, Asûr, Ermen li dijî gefên dewleta  Tirk in û nahêlin ku werin ser xaka me. Dewleta Tirk dixwaze hişmendiya Osmanî, wê cehaletê û serdema tarî dîsa bîne ser van xaan. Em Asûr, Sûryan û Ermen ti caran qirkirina 1915'an ji bîr nakin. Hê jî me ew qirkirin ji bîr nekiriye û êşa wê dijîn. Bi vê çarçoweyê e mê destûrê nedin ku dîsa dewleta Tirk senaryoyên zilmê, koçberkirinê û komkujiyê pêk bîne. Em civakeke mezlûm in û ji bo vê jî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk em desteka xwe ji bo gelên mezlûm diyar dikin.''