Li Sûsê, Şafa û Baxozê herî kêm 100 çete hatin kuştin
Li Dêra Zorê, di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAÎŞ'ê de şerekî giran diqewime. Herî kêm 100 çete hatin kuştin.
Li Dêra Zorê, di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAÎŞ'ê de şerekî giran diqewime. Herî kêm 100 çete hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ji rayedarên QSD'ê hatin girtin, di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de rêyên çeteyên DAÎŞ'ê yên li herêmên Sûsê, Şafa û Baxozê ji aliyê şervanên QSD'ê ve hatine birîn.
Di şer de 3 wesayit, navendeke koordînasyonê û cebilxaneyeke çeteyan hatin rûxandin.
Hate ragihandin ku di şer de herî kêm 100 çete hatine kuştin.