Li Tirbespiyê qurbaniyên Sêfo hatin bibîranîn

Suryaniyên li bajarê Tirbespiyê bang kir ku komkujiyên Sêfo ya li ser gelê Suryanî-Asûrî-Keldanî wekî jenosîd di nava qada navneteweyî de were naskirin.

Bi dirûşma "Sêfo qêrîna gelekî ku hîna nehatiye bihîstin û dozek e hîna li benda naskirinê ye" Partiya Yekitiya Suryanî li bajarê Tirbespiyê meşek bi mûman li dar xist û ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiya Sêfo ku bi destê Osmaniyan pêk hatiye, peykerek danî.

Beşdaran li pêş Dêra El Ezra ya li naverasta bajêr kom bûn û ji sûka navendî heta bi cihê peyker hatiye danîn meşiyan.

Li wir hevseroka Partiya Yekitiya Suryanî ya Tirbespiyê, Faya Ardîş axivî û got ew li pey soza xwe ya dane şehîdên komkujiya Sêfo ne, ku wê daxwaza naskirina vê komkujiyê bişopînin.

Faya got: "Cîhan dizane ku Osmanî bapîrên Tirkên niha ne ku ev komkujî kirin û hîna jî bêdengiyeke navnetweeyî li hember vê komkujiyê heye."