Çeteyên Enqereyê dîsan êrîşî Minbicê kirin

Komên çete yên girêdayî Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan êrîşî nuqteyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk bi çekên giran ji gundê Ereb Hesen ê dikeve rojavayê bajêr êrîşî nuqteyên Meclîsa Leşkerî ya li ser Çemê Sacûr kirine. Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrîş 15 deqîqeyan dom kiriye.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku êrîş ji gundê Ereb Hesen ê dikeve rojavayê Minbicê pêk hatiye.

Çeteyên dewleta Tirk roja 20’ê Kanûnê jî êrîşî nuqteyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên li ser çemê Sacûr kiribûn.

Balkêş e ku ev êrîş piştî gefên Erdogan û vekişîna DYE ya ji Sûriyeyê pêk tên.