Koçer: Kurd bi hêza xwe dikarin bi ser bikevin

Endamê Rêveberiya TEV-DEM'ê Hesen Koçer got, "Li ber Sûriyeyê du rê hene: Ya wê sîstemeke demokratîk ava bibe, ya jî wê sîstemeke selefî biafire." Koçer diyar kir, Kurd bi hêza xwe dikarin bi ser bikevin.

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Hesen Koçer, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gefên Tirkiyeyê yên li ser Bakurê Sûriyeyê û biryara Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya vekişîna ji Sûriyeyê ji ANF'ê re nirxand.

Koçer di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir, armanca bingehîn a tecrîdê, di şexsê Rêberê Gelê Kurd Ocalan de qelskirin û bêbandorkirina tevgera azadiyê ya Kurd e.

Koçer diyar kir, tecrîd ne tenê bi destê dewleta Tirk tê kirin, dewletên navneteweyî yên di komployê de cih digirtin, rola xwe di tecrîdê de heye û got, "Di serî de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) ji vê yekê berpirsyar in. bi tecrîdkirina Rêbertî re dixwazin wî ji civakê dûr bixin."

Koçer bi bîr xist ku bi şidandina tecrîdê re bajarên Cizîr, Şirnex, Sûr û gelek bajarên din ên li Bakurê Kurdistanê hatin hilweşandin, komkujî hatin kirin, piştre Efrîn hate dagirkirin û niha jî gef li rojhilatê Firatê tê xwarin.

DIVÊ KURD ŞERÊ MAN Û NEMANÊ BIDIN

Hesen Koçer ragihand, ev mijar divê bi berfirehî bên nirxandin û got, "Pêwîstî bi berxwedaneke mezin heye. Li dijî Kurdan şerê man û nemanê tê kirin. Ev şer di heman demê de li dijî civakên Rojhilata Navîn tê kirin. Lewma divê em jî li dijî vê komployê têkoşîna man û nemanê bimeşînin.

Grevên birçîbûnê ku di şexsê Leyla Guven de dest pê kirin, çalakiyeke gelekî bi rûmet e û seknek li dijî vê komployê ye. Li Kurdistan û Ewropayê jî belav bû. Ji bo pûçkirina vê komployê divê em çalakiyên xwe zêde û cihêreng bikin."

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Hesen Koçer diya rkir ku êrîşa dagirkeriyê ya li ser Efrînê ne tenê êrîşeke dagirkirina cografîk bû û got, "Ji bo sîstema ku di çarçoveya projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan de Rêbertî ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn afirand ji holê were rakirin, ev êrîş hate kirin. Lewma êrîşên il çar parçeyên Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê pêwendiya xwe bi tecrîdê re hene. Em çiqasî li dijî tecrîdê têbikoşin, em ê ewqasî jî karibin projeya xwe bi cih bînin."

DEWLETA TIRK JI DAÎŞ'Ê NEBAŞTIR E

Koçer biryara DYE'yê ya vekişîna ji Sûriyeyê jî nirxand û anî ziman ku DYE hem ji wan re, hem ji Tirkiyeyê, hem jî ji Rûsyayê re çend peyaman dide.

Koçer wiha bi mijarê daket: "Peyama Emerîkayê ya vekişandina hêzên xwe ji vir wiha ye. Dibêje 'Ez ji aliyê siyasî ve rêveberiya we mûxatab nabînim'. Divê em mesajê bşa fêhm bikin. Dibêje, 'Ez projeya we ya demokratîk qebûl nakim, ez destekê didim projeya dewleta Tirk a piştgiriyê dide DAÎŞ'ê; destekê didim projeya dewleta Tirk a ku gefê li dinyayê dixwe'. Dibêje ku wê têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê bi Tirkiyeyê re di nava koordîneyekê de bidomîne. Tirkiye bi xwe DAÎŞ e, wê çawa li dijî DAÎŞ'ê şer bike! Di dîroka mirovahiyê de teroreke bi qasî ya Tirkiyeyê rêxistinbûyî û bi rêk û pêk nehatiye dîtin. Ji DAÎŞ'ê jî xerabtir e. Kiryarên êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Efrînê li ber çavan e. Komkujî, guhertina demografiyê, tasfiyekirina çand û zimanê mirovan; wê weke rûreşiya welatên cîhanê bimînin. Li pêş çavên dinyayê bi her awayî êrîşî civakekê kir û dinya bêdeng ma.

Yekane tişta ku di vir de em karibin bikin; berxwedana ji bo parastina rûmet û îradeya xwe ye. Tirkiye di operasyoneke li rojhilatê Firatê de gelo wê li dijî DAÎŞ'ê şer bike? Ji xwe kes ji vê bawer nake. Li bajarên Tirkiyeyê hîn jî navendên DAÎŞ'ê hene. Ji xwe keştiyek wan hatibû girtin, ku çend ji çeteyên DAÎŞ'ê yên li Lîbyayê re dibir. Yanî kes bawer nake ku Tirkiye li dijî DAÎŞ'ê şer bike.

ŞERÊ SÛRIYEYÊ WÊ JI NIHA Û PÊ VE BIBE ŞERÊ NAVNETEWEYÎ

Stratejiya Emerîkayê ya li Sûriyeyê derbasî qonaxeke nû dibe. Stratejiya DAÎŞ'ê tê girtin. Hewl dide li Sûriyeyê stratejiyeke nû ya şer biafirîne. Şerê Sûriyeyê wê ji niha û pê ve veguhere şerekî navneteweyî. Ne şaş e ku mirov bêjin; vekişîna Emerîkayê ji Sûriyeyê nûkirina destwerdana li Sûriyeyê. Emerîka wê bi hêsanî dest ji Sûriyeyê bernede. Projeya Emerîkayê ne tenê li ser Sûriyeyê ye. Projeya Emerîkayê Rojhilata Navîn hemû ye. Di encama lihevkirina Emerîka û Tirkiyeyê de pêkane ku Tirkiye êrîşî rojhilatê Firatê bike. Ji ber ku Emerîka dixwaze Rûsyayê tengav bike. Ya rast, yên ku berê Tirkiyeyê dan rojhilatê Firatê Rûsya, rejîma Sûriye û Îran e. Rûsyayê çima ev kir? Xwest di navbera Emerîka û Tirkiyeyê de şer derxîne, du endamên NATO'yê li dijî hev bide şerkirin, NATO'yê qels bike û bi vî rengî bandora xwe ya li ser Sûriyeyê zêde bike.

Armanca duyemîn a Rûsyayê jî ew bû ku rejîma Sûriyeyê li rojhilatê Firatê xurt bike. Li gorî wan, eger Tirkiye êrîşî rojhilatê Firatê bike, em ê vê carî hewcedarê Rûsya û rejîmê bin. Vekişîna Emerîkayê di heman demê de bersive ji vê polîtîkayê re bû. Mesaj da Rûsyayê ku di navbera wan û Tirkiyeyê de wê şer çênebe, berevajî wê di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de şer derkeve. 

Di heman demê de mesajek ji Yekîtiya Ewropayê (YE) re jî hate dayin. Piraniya welatên YE'yê tevî ku endamên koalîsyonê ne ji aliyê leşkerî ve di pratîkê de li dijî DAÎŞ'ê şer nakin. Xwest wan jî bixin binê vî barî. Ihtimaleke wiha jî dibe. Wekî din, Yekîtiya Ewropa di hin nuqteyan de piştgirî nedida siyaseta Emerîkayê. Bi taybetî di meseleya Îranê û pirsgirêkên bi Tirkiyeyê re. Di pirsgirêkên bi vî rengî de YE'yê destekê nade Emerîkayê. Bi vî rengî xwest YE'yê komî ser hev bike û di çarçoveya siyaseta xwe de bi kar bîne. Hin kesên li Emerîkayê ev siyaset qebûl nekirin. Xuya ye Emerîka hewl dide siyaseteke nû bike û gelek hêz jî vê siyasetê qebûl nakin.

MESAJA DYE'YÊ JI BO TIRKIYEYÊ

Bêguman Emerîkayê di vir de peyamek da dewleta Tirk. Tevî ku bi Tirkiyeyê re li hev kiribe jî, ev mesaj da Tirkiyeyê; Divê tu êdî di çarçoveya NATO'yê de tevbigere. Te gelekî zêdegavî kir. 
Dema ku mirov van hemûyan dinirxînin, dibînin ku li Sûriyeyê wê pêvajoyeke nû ya siyasetê dest pê bike. Ev siyaset û stratejiya nû çi ye? Bi dîtin amin, Emerîka hewl dide stratejiya xwe ya Rojhilata Navîn li nava Sûriyeyê dîzayn bike. Hewl dide sala 2019'an hêzên nêzî Rûsyayê tengav bike, mîna Îranê û hêzên tevlî vê siyasetê nabin jî li aliyekî kom bike. Her wiha ji aliyekî din ve jî dikare bê nirxandin; Emerîka NATO'yê komî ser hev dike. Ji ber ku NATO hêzeke belawela ye."

LI SÛRIYEYÊ WÊ HEVSENGÎ Û TIFAQÊN NÛ ÇÊBIBIN

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Hesen Koçer anî ziman ku li Sûriyeyê wê siyaseteke nû, hevsengiyên nû, tifaqên nû çêbibin û wiha dewam kir: "Ji bo me ya girîng, parastin û mezinikrina destketiyên demokratîk ên gelan e... Erdogan hewl dide me bi rojhilatê Firatê ve mijûl bike û Efrînê bide jibîrkirin. Lê belê em ê Efrînê ji bîr nekin. Niha radibe dibêje, 'Min Efrîn stend, niha dor hatiye rojhilatê Firatê'. Lê em ê Efrînê ji bîr nekin û ji bo azadkirina Efrînê em ê têbikoşin. Di vî warî de hevsengiyên siyasî hemû dikarin biguherin. Tirkiye niha ditirse. Ji ber ku eger hêzên biyanî vekişin, Tirkiye jî neçare vekişe. 

TÊKILIYA ME BI HÊZÊN DERVE RE LI SER BINGEHA BERJEWENDIYÊN CIVAKA ME YE

Ya duyemîn, divê em pişta xwe nespêrin hêzên din. Bi hêzên derve re li gorî berjewendiyên civaka xwe em têkiliyan datînin. Eger berjewendiyên civaka me tê de nebe, wê çaxê em ê jî têkiliya xwe bibirin. Em ê bi xwe têbikoşin. Ji aliyê siyasî, leşkerî û dîplomasiyê karê xwe bidomînin. Eger civakek xwe bisprêre hêzeke din, ew civak wê têk biçe, wê tine bibe."

Koçer diyar kir, dibe ku ew berdêlên mezin bidin, êşên giran bikişînin, lê divê bi hêza xwe piştrast bin û got, "Ji aliyê dîplomatîk ve diyaloga me ya bi welatên herêmê re wê pêk were. Armanc ji vê yekê ew e ku civaka me êşên giran nekişîne. Lê belê nabe ku em hêvî û baweriya xwe bi temamî bi van ve girê bidin. Ji ailyê aborî, siyasî û psîkolojîk ve hemû saziyên me divê xwe li gorî şer amade bikin. Ji ber ku dewleta Tirk wê êrîş bike. Ji ber ku dewleta Tirk dixwaze van destketiyan ji holê rake. Dibe ku hin dewletên navneteweyî jî di nav vê de hebin. Em ê bi welatên ku niha li ser xaka Sûriyeyê ne, karê xwe yê dîplomatîk bidomînin. Lê divê baş were zanîn ku ev hêzên derve ne û îrade û berjewendiyên gelan esas nagirin. Lewma em ê pişta xwe bi wan germ nekin.

YA SÎSTEMA DEMOKRATÎK, YA JÎ SÎSTEMA SELEFÎ

Du rê li ber Sûriyeyê hene. Ya wê sîstemeke demokratîk ava bibe, ya jî sîstemeke selefî. Gelo dinya ji sîstemeke selefî re amade ye? Ji ber ku eger Tirkiye êrîş bike, wê li Sûriyeyê sîstemeke selefî biafire."