BI DÎMEN

Li Strasbourg êrîşên li ser gerîlayan hatin protestokirin

Li bajarê Strasbourg ê Fransayê êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin protestokirin.

Li bajarê Strasbourg ê Fransayê êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li ser banga Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk li Place Klébe bi çalakiyekî girseyî hatin protestokirin.

Çalakî ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Çalakvan dowîzên “Ji êrîşên kîmyewî û sûcên şer ên dewleta Tirk re bêje na” hilgirtin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla” , “Bijî Rêber Apo” berzkirin.

Di çalakiyê de êrîşên artêşa Tirk ên bi gazên kîmyewî, droneyên bombebarkirî û çekên kîmyewî yên li ser herêmên Metîna, Zap, Garê û bi taybet li ser gundên gundên Sêgirê, Şêlazê û Girê Amediyê hatin şermezarkirin.

Çalakvanan destnîşankirin ku ev êrîşên dewleta Tirk ji bo sabotekirina “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo ye ku 27’ê Sibatê kir.

Di çalakiyê de metna çapemeniyê ji aliyê Velî Tekîner ve bi Fransî û ji aliyê Ferît Demîr ve jî bi Tirkî hate xwendin. Di daxuyaniyê de îşaret bi girîngiya dîrokî ya banga Rêber Apo hate kirin û wiha hat gotin: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dayîna talîmata çek berdan û fesihkirinê, li ser bingeha lihevkirina demokratîk û xwişk-biratî îşaret bi avakirina pergalekî nû ya civakî kir.”

Di dewama daxuyaniyê de êrîşên artêşa Tirk hatin rexnekirin û wiha hate gotin: “Êrîşên ku li ser Metîna, Zap, Garê û qadên din dewam dikin, gef li pêşeroja hevpar dixwe û pêvajoya aştiyê sabote dike.”

Di daxuyaniyê de ev bang hate kirin: “Em bang li alîgirên aştî, demokratîk û çareseriyê dikin ku dengê xwe li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirer ên bi çekên qedexekirî, bilind bikin.”

Çalakî bi banga mezinkirina aştî û demokrasiyê bi dawî bû.