Cenazeyê şervanê YPG’ê El-Casim li Til Hemîsê hate veşartin

Welatiyen navçeya Til Hemîs a Kantona Qamişlo cenazeyê şervanê YPG’ê Mûsa Salih El-Casim (Xesan) bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a navçeya Til Hemîsê veşartin.

Bi sedan welatiyên navçeya Til Hemîs a Kantona Qamişlo cenazeyê şervanê YPG’ê Mûsa Salih El-Casim (Xesan) ku 23’ê Kanûnê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, ji avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a taxa Enteriyê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan a navçeya Til Hemîsê ve ketin rê.

Li goristanê darbesta şehîd ji aliyê sedan welatiyên navçeya Til Hemîsê ve hate pêşwazî kirin. Piştre ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên QSD’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin.

Piştre ji Fermandarên QSD’ê Ehemd El-Kîret, Endamê Meclîsa Mlabatên Şehîdan a Til Hemîsê Mihemed Xilêwî û Hevserokê Meclîsa navçeyê Salih El-Xelef axivîn. Qisekeran sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û wiha gotin; “Bi saya şehîdan tu gef û êrîş ne di xema me de ne, ne Erdogan û xeynî wî, bi saya şehîdan em ji tu hêzê natirsîn. Şehîd Mûsa ji bo jiyaneke azad canê xwe feda kir.”

Piştre nasnameya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Girseya gel cenazeyê şervanê YPG’ê Xesan bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.