Cenazeyê 4 şervanên QSD’ê li Dêra Zorê hate veşartin
Welatiyên Dêra Zor û gundewarên wê cenazeyê 4 şervanên QSD’ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen a gundê Ebû Xeşeb veşartin.
Welatiyên Dêra Zor û gundewarên wê cenazeyê 4 şervanên QSD’ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen a gundê Ebû Xeşeb veşartin.
Bi sedan welatiyên gundên Kesrat û El-Cezre yên Dêra Zorê cenazeyê şervanên QSD’ê Ebdulkerîm El-Deham(Îzêl Firat), Ebdulhemîd (Quseyî Cezre), Ehmed El- Nesarî (Awres) û Ebdilferc El- Hisên ku di Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bûbûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen a li gundê Ebû Xeşeb veşartin.
Li goristanê merasîm ji bo bîranîna şehîdan bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser navê QSD’ê, Meclîsa Jinan a El-Cezrat, Meclîsa Malbatên Şehîdan, MSD û YPG’ê axaftin hatin kirin.
Qisekeran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û qala fedekariya şehîdan a di berxwedana li hemberî şerê terorê de kirin.
Piştre nasnameyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Girseya gel cenazeyê her çar şehîdan bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.