Çeteyên dewleta Tirk şerê hev dikin

Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a li ser Çemê Sacûr êrîşî nuqteyên leşkerî yên wan kirine. Di daxuyaniyê de hate gotin ku çeteyan li gundê Taxûra Mezin şerê hev kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê têkildarî mijarê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ev agahî parve kir:

“Çeteyên Firat Kalkani weke her demê bi çekên giran êrîş nuqteyên şervanên me yên li gundê El- Hîlwecî û Ereb Hesena kirin.

Li aliyê din ev komên çete di saetên şevê de li gundê Tûxara Mezin a dikeve bakurê rojhilatê Minbicê şerê hev kirin. Têkildarî encama şerê di navbera çeteyan de heta niha agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk di demê dawî de yên li herêmê zêde bûne.”