Sûriye û Îsraîl hevdu sûcdar dikin

Balafirên şer ên Îsraîlê, êvara Sêşemê bombe li du tesîsên li nêzî paytexta Sûriye Şamê dan. Îsraîlê ragihand ku ji xaka Sûriyeyê fuze ber bi wan ve hatiye avêtin, lewma wan êrîş kirine.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê Sana ragihand, li dijî êrîşa balafirên şer ên Îsraîlê, sîstema parastina hewayî ya Sûriyeyê ketiye dewrê. Li gorî Sanayê, sê leşker birîndar bûn.

Li gorî nûçeyê, sîstema parastina hewayî ya Sûriyeyê pêşî li fuzeyên balafirên şer ên Îsraîlê yên di ser qada hewayî ya Lubnanê re hatin avêtin, girtiye. Ajansa dewletê diyar kir, piraniya fuzeyan beriya bigihêjin hedefa xwe hatine şikandin. Lê belê qebûl kir ku xisar li depoyeke cebilxaneyan bûye.

Artêşa Îsraîlê berê jî gelek caran êrîş bir ser hêzên Îranê ya jî Hîzbûllahê yên li Sûriyeyê.

Artêşa Îsraîlê li ser Twîtterê daxuyaniyek da û diyar kir, li dijî fuzeyên ji Sûriyeyê hatin avêtin, sîstema wan a parastina hewayî ketiye dewrê. Li gorî artêşa Îsraîlê, ev êrîşa ji aliyê Sûriyeyê ve hate kirin zerar nedaye tiştekî.