ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo û Kongreya 12'emîn a PKK'ê wê werin şopandin.

Êrîşên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Ferda Çetîn anî ziman ku ji bo avakirina civaka demokratîk pêwîstî bi hilgirtina wezîfe û berpirsyariyê heye û got, "Banga Serok Apo tenê bi piştgiriyê nagihêje encamê. Di vê pêvajoyê de divê mirov bi rol û mîsyoneke çalak rabin."

Şerê navbera Îsraîl û Îranê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Li pêşiya Îsraîlê 2 rê hene. Ya destpêkê; bi xeta heyî ji bo dewamkirina hegemonyayê wê timî şer bike û veguhere împaratoriyeke herêmî. Ya duyemîn jî; xwe ji nava xeleka dijminan rizgar bike û tevlî projeya Yekîtiya Neteweya Demokratîk bibe.

Endama Akademiya Jineolojiyê Şareza Osman anî ziman ku Jineolojiyê têkoşîna azadiya jinê gerdûnî kiriye û got, li dijî mejiyê zayendîperestiyê divê bi têkoşîneke konfederal şoreş bê xurtkirin.

Siyasetmedar Mûharrem Aral ji damezrînerên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bi bîr anî û got, "Xwedîderketina li bîranîna van hevalên me xwedîderketina li Rêberê me ye. Xwedîderketina li nirxên têkoşîna me ye."