QSD: 97 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 97 çete hatine kuştin û miqdarek cebilxane ketiye destê şervanan.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ango ‘Şerê Tinekirina Terorê’ eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di nava 24 saetan de 97 çete hatine kuştin û miqdarek cebilxane ketiye destê şervanan.

QSD’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir;

Çeteyên DAÎŞ’ê êrîşeke berfireh bi hemû çekên giran, sivik û giran li dijî nuqteyên hêzên me li Hecîn û derdora wê pêk anîn, li ser vê yekê şerekî qiran qewimî. Di encamê de şervanên me hejmarek ji wan kuştin û hin din jî birîndar kirin, her wiha cenazeyê hin ji wan ketin destê şervanên mê, yên mayî jî reviyan. Piştî êrîş hate şkandin  çeteyan bi moşek û hawanan nuqteyên şervanên me topbaran kir û di topbaranê de tu zirar negihişt hêzên me.

Li herêmên ku ji çeteyan hatine paqijkirin xebatên paqijkirinê yên şervanên me didomin. Di vê çarçoveyê de miqdareke çek û cebilxane hate dîtin, her wiha cenazeyê hinek çeteyan ku di şer de hatibûn kuştin hatin dîtin.

Şervanên me li aliyekî din ê heman eniyê piştî şerê giran ê li beramberî çeteyan ku bi seatan domkir pêş ve çûn. Di heman demê de balafirên Koalîsyona Navdewletî bargehên çeteyan kirin hedef û ziyanên mezin gihandin wan.

Şerê li eniyê dem dem didome, di heman demê de hawan û obus têne avêtin.

BÎLANÇO

-97 çete hatin kuştin.

-  1 çeka RPG, 1 dika doşka (14.5) mm2, 1 klaşinkof, miqdarek mezin guleyên BKC, 3 telefonên bêtêl (heytera), sendoqek guleyên doçka (12.5) mm2,  sendoqek doçka (14.5) mm2, 8 topên hawan (120) mm2  û 200 guleyên hwanê (82) mm2 ketin destê şervanan.

-30 bargehên çeteyan, 5 deverên hawan, navendeke sotemeniyê, 3 tankên petrolê, 5 kargehên çêkirina teqemeniyan hatin teqandin û 3 rêyên leşkerî ku terorîstan bi kar di anîn hatin qutkirin.

-Balafirên koalîsyonê li 49 deveran dan.