ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Trûmp: Dem hatiye ku leşkerên Emerîkî vegerin mala xwe
Serokê DYE'yê Donald Trûmp diyar kir ku dem hatiye, leşkerên Emerîkî yên li Sûriyeyê vegerin mala xwe. -
Bagera Cizîrê: 63 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin
QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya li Eniya Baxoz û Hecînê ragihand. -
Gelê Bakurê Sûriyeyê li dijî dagirkeriyê li ser lingan e!
Li gelek bajarên girêdayî Federasyona Bakurê Sûriyeyê bi hezarna kes daketin kolanan û dagirkerî proteto kirin. Li Reqayê çalakiya nobedê destpê kir. -
Bi merasîmekê şehîdên YPG’ê Mazlûm û Zagros hatin veşartin
Bi tevlîbûna hezaran kesî cenazeyê şervanên YPG‘ê Basil Kedor (Mezlûm Efrîn) û Edhem Erebo (Zagros Efrînê) ên ku 16‘ê Kanûnê di Berxwedana Serdemê de li navçeya Şêrawayê şehîd bibûn bi merasîmeke heybet ve hatin veşartin. -
Çalakgerên greva li Strasboûrgê: Divê CPT û KE bikevin nava tevgerê
Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê ya li Strasboûrgê di roja 3’an de didome. Çalakgeran bang li Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkence (CPT) û Konseya Ewropa (KE) kirin ku bikevin nava tevgeran. -
Gelê Serêkaniyê û Kobanê li dijî dagirkeriya Tirk li qadan e
Li dijî gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Serêkaniyê meş hate lidarxistin û çalakiya mertalê zindî hate destpêkirin. Li Kobanê jî çalakiya nobetê di roja 3’an de didome. -
Li Reqayê sivîlek ji ber teqînê mir
Li Reqayê, ji ber teqîna motorsîkleta bombebarkirî sivîlek mir. -
Li Babê serhildana li dijî dagirkeriyê!
Gelê Babê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê daketin kolanan. -
Li Minbicê artêşa Tirk û komeke çete li hev ketin
Li rojavayê Minbicê di navbera komeke çete ya bi navê Ehfad El Resûl û artêşa Tirk a dagirker de şer qewimî. -
Li Efrînê teqîneke mezin pêk hat
Di saetên şevê de li navçeya Şera ya Efrînê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de teqîneke mezin pêk hat. -
QSD: 96 çete hatin kuştin, 11 wesayîtên bombebarkirî hatin desteserkirin
QSD’ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di şer de 96 çete hatine kuştin û 11 wesayîtên bombebarkirî ketine destê şervanên wan. -
Cenazeyên 3 sivîlên li Şengalê şehîd bibûn bi girseyî spartin axê
Cenazeyê 3 welatiyên Kobanê yên di êrîşa 13’ê Kanûnê ya artêşa Tirk a li Şengalê de şehîd bibûn, li Kobanê bi merasîmeke girseyî ya bi tevlîbûna bi hezaran kesî spartin axê. -
YPG'ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê ragihand ku şervanê wan Simo Kobanê 16’ê Kanûnê li bajarê Kobanê dema bi erka xwe radibû di encama qezayekê de şehîd bûye. YPG’ê bi daxuyaniyekê Simo Kobanê bi bîr anî. -
Li bajarokê Şefaa şerekî dijwar diqewime
Çeteyên DAÎŞ’ê li bajarokê Şefaa yê Hecînê êrîşî nuqteyên şervanên QSD’ê kirin. Di navbera şervanên QSD’ê û çeteyan de li bajarokê Şefaa şerekî dijwar diqewime. Hate ragihandin ku di şer de bi dehan çete hatine kuştin. -
Gelê Şengalê îro jî hate ser sînor
Gelê Şengalê girtina korîdora însanî ya Rojava-Şengalê şermezar dike. -
Bagera Cizîrê: Li Hecînê depoya çekan kete destê şervanên QSD’ê
Li Hecînê ku xaka dawî ya di dest çeteyên DAÎŞ'ê de ye, pêşveçûnûna şervanên QSD’ê didome. Li bajarokê Hecînê depoya çekan a çeteyên DAÎŞ’ê kete destê şervanên QSD’ê de. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Bahoz Hesekê hate veşartin
Welatiyên Hesekê cenazeyê şervanê QSD’ê Ehmed Ebdo (Bahoz Hesekê) bi merasîmekeê li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê veşartin. -
Li Rojava gel li dijî dagirkeriyê daketin qadan
Nerazîbûnên gelê Rojava li dijî gefên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Li Şehba, Reqa û Kobanê gel daketin qadan û gefên Tirkiyeyê şermezar kirin. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Îsmaîl Amûdê hate veşartin
Welatiyên Amûdê cenazeyê şervanê QSD’ê Tariq Ebdulezîz (Îsmaîl Amûdê) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Îsmaîl Hogir veşartin. -
Ciwanên Minbicê: Na ji dagirkeriya Tirk re!
Ciwanên Minbicê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk daketin qadan. -
YPG’ê nasnameya du şehîdan eşkere kir-NÛ BÛ
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê ragihand ku du şervanên wan di topbarana artêşa Tirk a 16’ê Kanûnê ya li dijî navçeya Şerawa ya Efrînê şehîd bûne. -
Li Reqayê ji bo sê şervanên QSD’ê merasîm hate lidarxistin
Saziya Malbatên Şehîdan a Reqayê ji bo şervanên QSD’ê Hesen Ebdulrehman (Emîr), Ebdulrehman Umer (Cahîd), û Elî Îbrahîm El-Siûd (Alan) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn li goristana şehîdan a gundê Hikûmiyê merasîma xiyabî li dar xist. -
QSD: Di 24 saetên dawîn de 71 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ango ‘Şerê Tinekirina Terorê’ eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di nava 24 saetan de 71 çete hatine kuştin. -
Xezeba Zeytûnê: Li Efrînê herî kêm 25 çete hatin kuştin
Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê çalakiya îro ya li Efrînê li dijî çeteyên Cebha El-Şamiye li xwe girt. Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihand ku di çalakiyê de bi kêmanî 25 çete hatine kuştin. -
Artêşa Tirk a dagirker Şêrawa topbaran kir
Yekîneyên artêşa Tirk a daigrker bi topan êrîşî navçeya Şêrawa ya Efrînê kir û di êrîşê de 2 sivîl birîndar bûn. Yekîneyên artêşa Tirk a daigrker bi topan êrîşî navçeya Şêrawa ya Efrînê kir û di êrîşê de 2 sivîl birîndar bûn.