'Em ê li dijî hemû êrîşan gelê Minbîcê biparêzin'

Dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî yên li derdora Minbîcê çeperên xwe xurt dike. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya ku tevgera dewleta Tirk ji nêz ve dişopîne ragihand ku ew amade ne hemû êrîşên li dijî Minbîcê têk bibin.

Piştî ku DYE biryar da yekîneyên xwe yên leşkerî ji Sûriyeyê vekişe, dewleta Tirk gefên dagirkeriyê yên li dijî gelê Kurd zêde kirin. Amadekariyên dagirkeriyê yên li derdora Minbicê jî bala çapemeniya navneteweyî kişand.

Li gorî AFP’ê çeteyên ku dewleta Tirk piştgirya wan dike çeperên xwe yên li derdora Minbîcê xurt dike. Berdevkekî çeteyan got amadekariyên dawî yên li dijî Minbîcê dikin û li benda lihevkirina siyasî ya di navbera Enqere û Washîngtonê de ne.

Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Dervîş diyar kir ku hêzên wan amade ne û got; “Li ser sînor teqwiyeyekî zêde heye û em vêya dişopînin. Dewriyên Koalîsyona Navneteweyî li cihên xwe didomin û tiştek nehatiye guhertin. Em amade ne, hemû êrîşan têk bibin.”

Alîkarê Fermandariya Giştî yê Ceyş El-Siwar Ehmed El-Sûltan (Ebû El-Erac) ku ji ANHA’yê re axivî û got; “Dewleta Tirk ji bo êrîşê Minbicê bike çete amade kirine û li dijî hemû êrîşan em amade ne ku li ber xwe bidin.”

Ebû El-Erac bi bîr xist bu beşek mezin ê Ceyş El-Siwar bi hêzên QSD’ê re li dijî DAÎŞ’ê têdikoşin û beşek yê din jî bi Meclîsa Leşkerî ya Minbicê re li dijî êrîşeke ya dewleta Tirk amade ne.

Ebû El-Erac diyar kir ku dewleta Tirk bi çeteyên li Îdlib, Bab, Ezaz û Efrînê re amadekariya êrîşeke li dijî Minbîcê dikin û ragihand ku gelê Minbîc û hêzên parastinê ji berxwedanê re amade ne.

Ebû El-Erac bi domdarî got; “Gelê herêmê ji bo parastina herêmê bi Ceyş El-Siwar û Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê bi bawer in. Çawa ku me bajar ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kir em ê gel jî biparêzin. Gel jî bi hêzên parastinê re di berxwedanê de bi israr in.”