Cenazeyê şervanê YPG’ê Ednan hate veşartin

Welatiyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê cenazeyê şervanê YPG’ê Îmad El-Mensûr bi merasîmekê li goristana şehîdan a navçeya Til Koçer a Qamişloyê veşartin.

Bi sedan welatiyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê cenazeyê şervanê YPG’ê Îmad El-Mensûr (Zewba Ednan) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, ji Nexweşxaneya Hogir a bajarê Dêrikê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana şehîdan a navçeya Til Koçerê ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre ji fermandarên YPG’ê Xalid Dara û endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Qehreman Mihemed axivîn.

Qisekeran sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û wiha gotin; “Erdogan emîrê çeteyan e û gefa êrîşê li herêmê dixwe û hewl dide tevliheviyê di nava welatiyên herêmê de çêbike. Gelê herêmê wê li beramberî her êrîşeke Tirkiyeyê raweste û wê destûr nedin ku Erdogan ewlehî û aramiya herêmê têk bibe. Divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekîtiya xwe xurt bikin û li dora hêzên leşkerî bibin xelek.”

Piştre nasnameya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Girseya gel cenazeyê şervanê YPG’ê bi dirûşme û tililyan li goristanê veşartin.