Eşîrên Herêma Firatê li dijî dagirkeriyê bang kirin

Pêşeng û rûspiyên eşîrên Ereb ên Herêma Firatê li hemberî gefa dagirkeriyê ya  dewleta Tirk hatin ba hev û bang kirin.

Îro bi dehan ji şêxên êlên Firatê yên Kurd û Ereb, ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li li eywana El-Tac a li ber Stada Firat a Reqayê hev kom bûn.

Piştî civîn bi dawî bû, daxuyaniyek bi navê rûsipiyên êlên Firatê hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê yek ji rûsipiyên êla El-Begara ya Dêrazorê Xelef Esed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Êdî gelên herêmê têgihiştine ku pergala Tirkiyeyê ya heyî li ser tevahiya herêmê xeter e. Ji ber ku dewleta Tirk herî zêde desteka komên terorîst û tundrew dike. Tirkiye sînorên xwe ji bo ku teror derbasî Sûriyê bide vekir û bi awayekî mezin piştgiriya wan koman kir. Piştre bi awayekî hovane mudexeleya Sûriyeyê kir û xakên Sûriyeyê ji Cerablûs, Idlib, Bab, Ezaz û ya herî dawî Efrîn dagir kir. Şêniyên Efrînê di dirêjahiya 58 rojan de li hember dagirkeriyê li ber xwe dan û YPG`ê û YPJ'ê destanên lehengiyê nîşan dan.

Destwerdanên Tirkiyeyê yên di Sûriyê de hêviyên gelê Sûriyeyê a pêşerojek azad û demokratîk tune kir û Sûriye ber bi geliyek tarî ve bir. Tirkiye hewl dide Sûriyeyê parçe bike û dixwaze di bin desthilatdariya komên radîkal de pergalên girêdayî xwe ava bike yên ku rola herî mezin di wêrankirina welat de lîstine.

Em li ser navê êl, eşîr û qebîleyên Firatê yên Sûriyê em destwerdanên Tirkiyeyê yên hovane di kar û barên neteweyî yên Sûriyeyê de şermezar dikin. Em teqez dikin ku firehbûna Tirkiyeyê li herêmê û desteka wê bi komên radîkal re wê rola wan koman li ser asta cîhanê mezintir bike. Ev pergal li ser mirovahiyê xeter be û dibe ku bi rûyek din ku Tirkiye jê re nîşan bide DAIŞ ji nû ve vegere.

Divê gelên cîhanê têbigihêjin ku eger Tirkiye Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike wê li ser ewlehiya wan xeter be û wê komên radîkal û terorîstên DAIŞ'ê vegerin welatên xwe li Ewropayê û ewlehiya wê têk bibin.

Ji lewre divê civaka navdewletî mîna temaşekeran li cihê xwe nemîne, lê belê bi lez mudexele bike gefan bi dawî bike û zextê li Tirkiyeyê bike da ku ji Sûriyeyê û herêmên ku dagirkirî derkeve.

Zarokên vê herêmê li şûna cîhanê şerê DAIŞ`ê kirin, ji herêmê qewrandin û tune kirin. Ew ji bo parastina tevahiya gelên cîhanê şehîd bûn, ji lewre ew şehîdên mirovahiyê ne.

Pêwîst e gelên cîhanê roja îro, li dijî gefên Tirkiyeyê bêdeng nemînin, bila zanibin ku qêrîneke wan wê wijdanê wan rehet bike.

Êdî dem hatiye ku gel hevgirtina xwe ava bikin û li hember pergalên dîktatoriyê helwesta xwe nîşan bidin yên ku hewl didin tevliheviyê belav bikin û terorê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin.

Her wiha em bang li birayên me yên êlên Sûriyê ku li Tirkiyê û bakurê gundewarê Helebê ne dikin ku piştevaniya Tirkiyê nekin. Ji ber ku em bira û pismamên hevdu ne. Em bang li we dikin bi me re hevkar bin da ku em vî agirî bitefînin yê ku wê rê li ber neyê girtin û wê herêmê bi xwe re bişewitîne.

Îro em bang dikin vegerin da ku em xaka xwe bi hev re biparêzin û vê nakokiya ku bû sedema herikîna xwîna welatiyên Sûriyê bisekinînin.

Êdî bes e bûyerên ku me di dirêjahiya salên borî de ji kuştin, wêrankirin û koçberkirinê pêk hatine. Werin em bi hev re di kêf û şîniyê de bijîn..

Di dawiyê de em bang li tevahiya welatparêzên Sûriyeyê dikin ku bi yekrêzî li hember Osmaniya nû bisekinin û tevahiya herêmên dagirkirî di serî de Efrînê vegerînin. Em bang li civaka navdewletî dikin da ku bi berpirsyariyên xwe rabin û li hember xeteriya li ser herêmê helwestên cidî û bi lez nîşan bidin. Eger Erdogan êrîşî herêmê kir wê herêm derbasî pêvajoya şer û tevliheviyê bibe û wê kesek an jî dewletek nikaribe xwe ji bandorên vî şerî bidin aliyekî û tekane aliyê ku wê sûd ji vî şerî bigire komên terorîst be.”