Şervanên QSD'ê zêdeyî hezar sivîl li Dêra Zorê rizgar kirin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de zêdeyî hezar sivîl li Dêra Zorê ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirin.

Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê 'Şerê Tinekirina Terorê' ku ji bo rizgarkirina herêma rojhilatê Dêra Zorê ji çeteyên DAÎŞ'ê dest pê kir, didome. Şervanên QSD'ê her bi pêş ve diçin.

Li eniya El-Şafa, El-Sûsê û Baxozê di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAÎŞ’ê de şerekî dijwar diqewime. Tevî şerê giran ê li herêmê şervanên QSD'ê zêdeyî hezar sivîl ji nav lepên çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirin.

Şervanên QSD'ê ji bo rizgarkirina sivîlan ji sê baskan ve koorîdora ewlehiyê vekirin. Welatiyên sivîl ên herêmê jî berê xwe didin koorîdoran û ber bi herêmên rizgarkirî ve diherikin.