'Suryanî wê li her derê li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabin'

Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryanî Senherîb Bersûm bal kişand ser gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û got, "Suryanî hemû wê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin."

Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryanî Senherîb Bersûm, Noel li alema Xiristiyan û gelên Rojhilata Navîn pîroz kir û li ser gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji ANF'ê re axivî.

Bersûm diyar kir, Erdogan her kesên weke wî nafikirin kiriye dijminê xwe, dixwaze wan tasfiye bike û got, "Dixwaze mîna serdema Osmaniyan komkujiyê li gelan bike. Ji xwe bi dagirkirina Efrînê re ev rastiya xwe nîşan da."

'EM SURYANÎ TEVLÎ RÊVEBERIYA XWESERIYA DEMOKRATÎK BÛN'

Bersûm, Noel li alema Xiristiyan, gelên Sûriyeyê û Rojhilata Navîn pîroz kir û bi bîr xist ku Noel rojbûna Mesîh e. Bersûm got, "Di vê demê de ku em Noelê pîroz dikin, dewleta Tirk gefan li me dixwe. Dewleta Tirk dixwaze Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike. Dixwaze projeya me ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji holê rake. Em Suryanî tevlî vê projeyê bûn û bi Kurd, Ereb, Tirkmen û gelên din hemûyan re bûn yek."

'NE TENÊ YPG'Ê, HER TIŞTÎ DIKIN HEDEF'

Senherîb Bersûm diyar kir ku Suryanî li dijî êrîşên dewleta Tirk in û got, "Eger êrîş bê kirin, wê ne tenê li dijî gelekî be, wê li dijî hemû gelên Bakurê Sûriyeyê be. Ne tenê li dijî YPG'ê, wê êrîş li dijî her kesî û sivîlan be."

'BI DAGIRKIRINA EFRÎNÊ RE CAREKE DIN NÎŞAN DAN KU KUJER IN'

Bersûm anî ziman, Erdogan dixwaze li serdema Osmanî vegere, gelan tasfiye bike û wiha dewam kir: "Dixwaze her kesên mîna wî nafikire tasfiye bike. Dixwaze komkujiya gelan ku Osmaniyan kir, bidomîne. Ji xwe bi dagirkirina Efrînê re ev rastiya xwe nîşan da. Her kes, gel hemû qetil kir. Erdogan jî dixwaze heman tiştî bike."

'SURYANIYÊN LI GELEMPERIYA CÎHANÊ WÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ Û ERDOGAN DERKEVIN'

Bersûm ragihand, eger dewleta Tirk dest bi êrîşên dagirkeriyê bike, ne tenê Suryaniyên li Sûriyeyê yên li gelemperiya dinyayê wê li dijî vê derkevin û got, "Kes naxwaze dewleta Tirk êrîşî herêma me bike û dagir bike. Gelê Suryanî ji kiryar û komkujiyên mejiyê şovenîst ê Tirkiye gelekî kişand. Em ê serî li ber dagirkeriya Erdogan netewînin û qebûl nekin ku careke din heman êşan bikişînin."

'DIVÊ EM BIBIN YEK'

Bersûm anî ziman, yekane alternatîfa Suryaniyên li Bakurê Sûriyeyê ew e ku di nava gelên Xiristiyan de her wiha bi gelên li herêmê re bibin yek û got, "Divê em bibin yek ku karibin xwe bi xurtî biparêzin.

Eger dewleta Tirk êrîşî herêma me bike, ji aliyê leşkerî, siyasî û dîplomatîk ve Suryanî wê li her qadê li dijî êrîşan rabin û ji bo welatê me neyê dagirkirin em ê derfetên xwe hemûyan bi kar bînin."