Rêveberiya Xweser li ser gefên Tirkiyeyê daxuyanî da

Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir, gefên dewleta Tirk û biryara Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) firsend daye DAÎŞ'ê û bang li hêz û civata navneteweyî kir.

Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li navenda xwe ya li Eyn Îsayê li ser gefên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirinê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebîd El-Mihbaş ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, eger dewleta Tirk êrîşî herêmê bikni wê çeteyên DAÎŞ'ê xurt bibin û li herêmê aramî têk biçe.

Di daxuyaniyê de rewşa penaberên li kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate bibîrxistin û hate gotin, "Bi giştî hejmara koçberan li kampan 54 hezar û 66 û li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 825 hezar û 413 koçber hene." Ebîd El-Mihbaş got, eger êrîşên dagirker dest pê bikin wê problemên penaberan derkeve holê.

Li ser îdîaya ku QSD Ereban koçber dike di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Hin alî hene û bi zanebûn gotegotan dikin ku QSD Ereban koçber dike. Em bersiva wan didin û dibêjin hûn girêdayî aliyên derve wekî Tirkiyeyê ne, hûn cihê derew û fitneyan e, em bi hev re bi aştî û hevkarî dijîn, me dikaribû îdeolojiya radîkal rakira û bi îdeolojiya demokratîk û fikra jiyana hevbeş û biratiya gelan di nava hemû pêkhateyan de li ber xwe bida. Li pêşiya hemû destkeftiyên ku di herêmên Rêveberiya Xweser de pêk hatin û bicihanîna ewlehî û îstiqrarê û vegera jiyana normal ji gelê herêmê re, em dibînin ku rêjîma Tirkiyeyê êrîşî herêmên Sûriyeyê dike, Efrîn dagir kir, gelê wê da koçkirin, mal û milkên welatiyan dizîn û talan kirin. Gelê Efrînê berê xwe da herêmên Rêveberiya Xweser li Şehba, Kobanê, Minbic û Cizîrê. Dewleta Tirk çeteyên xwe di malên şêniyan de bi cih kirin, ev bi xwe guhertina demografîk e. Her wiha Ezaz, Cereblus, Bab û Idlib dagir kir, niha jî artêş û çeteyên xwe li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih kiriye û gefan li Sûriyeyê û gelê wê ku van herêmên (herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê) dixwe, ku QSD'ê bi xwîna şehîdan rizgar kirin."

'BIRYARA VEKIŞÎNÊ XIZMETÊ JI TERORÊ RE DIKE'

Têkilî biryara vekişînê ya Emerîkayê ji qada Sûriyeyê û rewşa DAÎŞ'iyên girtî jî Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got, "Erdogan bi rêya dagirkirina xaka Sûriyeyê û li ser hesabê gelê Sûriyeyê dixwaze xeyalên xwe pêk bîne. Em dibînin ku ev hemû gefên nû di demeke ku bi biryara serokê Amerîkayê Trump re ku hêzên xwe yên leşkerî ji herêmên Rêveberiya Xweser vekişîne, pêk hatin. Ew biryara dikeve xizmeta terorê û vegera DAIŞ'ê. Şerê bi DAIŞ'ê re hîna bi dawî nebûye, gefên Erdogan ku wê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike, îdiayên pir xeternak in, ne tenê li ser Sûriyeyê, ew li ser hemû cîhanê ye, dibe ku hêzên me neçar bimîne dev ji şerê li Hecînê berde û berê xwe bide sînorê bakur da ku li hemberî Tirkiyê bisekine, ev jî dibe ku çeteyên DAÎŞ'ê careke din vegerin, em ji bîr nekin ku di zindanên me de derdora 2 hezar û 622 DAÎŞ'iyên biyanî hene. Di nava wan de 484 jin û hezar û 248 zarok hene, ev zarok û jin 46 dewletên cuda ne û li kampên taybet dimînin û hin zarok jî li peymangehan dimînin. Her wiha 790 girtî ji endam û fermandarên DAIŞ'ê ne ji 48 dewletên biyanî ne. Her wiha hin endam û fermandarên DAIŞ'ê ji Sûriyeyê jî hene.

Eger êrîşên Tirkiyê li ser herêmên me pêk werin, dibe ku em nikaribin parastina wan bikin û rewş ji bin kontrola me derkeve û careke din vegerin bajarê ku jê hatine, ev yek jî gefan li ser aştiya cîhanê çêdike."

BANG: BILA QEDEXEYA FIRÎNA BALAFIRAN LI SER HERÊMAN FERZ BIKIN

Di dawiya daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî hate kirin: "Em bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafê mirovan dikin ku li pêşiya berpirsyarıyên xwe bisekinin û nehêlin rêjîma Tirkiyê herêmên me dagir bike, ji bo komkujî der heqê gelê Sûriyeyê de pêk neyên. Dîrok şahidê rêjîma faşîst e ku komkujî der heqê gelê Ermenî de pêk anî, ji bo ku careke din komkujî dubare nebin û ev yek jî di çarçoveya qanûnên navneteweyî de qedexeya firîna balafiran li ser van herêman ferz bikin û parastina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin."