Cenazeyê şehîdê Bagera Cizîrê Îbrahîm li Til Temirê hate veşartin

Welatiyên Til Temirê cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Îbrahîm Herher bi merasîmekê li goristana şehîdan a Til Temirê veşartin.

Bi sedan welatiyên Til Temir a Kantona Hesekê cenazeyê şervanên Erka Xweprastinê Îbrahîm Herher ku 20’ê Kanûnê di pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, bi merasîmekê li goristana şehîdan a Til Temirê veşartin.

Li goristanê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre ji fermandarên Erka Xweparastinê Salim Hesen, Rêveberiya Hêzên parastina Civakî Ewad Hesen, Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan û li ser navê malbata Şehîd Îbrahîm Îmad Hesen axivîn.

Qisekeran sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Girseya gel cenazeyê şehîd Îbrahîm Herher bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.