Cenazeyên şervanên QSD’ê Xidir û Iweyid spartin axê

Bi tevlîbûna sedan kesî bi merasîmekê cenazeyên şervanên QSD’ Ebdullezîz Xidir (Can Fîda) ûElî El Iweyid (Zinar Hesekê) yên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn li Hesekê spartin axê.

Bi tevlîbûna sedan welatiyên Hesekê cenazeyên şervanên QSD`ê Ebdullezîz Xidir (Can Fîda) 21’ê Kanûnê dema li ser erka xwe bû û Elî El-Iweyid (Zinar Hesekê) yê 17’ê Kanûnê di Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de şehîd bûbû bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar spartin axê.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre ji rêveberên Meclîsa Malbatên Şehîdan Ebdullzîz û ji fermandarên QSD`ê Ebû Elî axivîn û sersaxî ji malbatên herdu şehîdan xwestin û soza şopandina rêya şehîdan nû kirin.

Her wiha di axaftinan de hate gotin ku divê li dijî gefên li ser herêmê, hemû pêkhate yekîtiya xwe xurtir bikin.

Di dewama merasîmê de nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Cenazeyê her du şehîdan bi tilîliyên dayik û dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ spartin axê.