Rayedarên Suryanî: Gelên me bê alternatîf nînin

Rayedarên Suryanî yên hêzên leşkerî û rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û biryara DYE'yê ya vekişînê nirxandin. Rayedaran gotin, gel bê alternatîf nîne û projeyên xwe yên nû hene.

Hevseroka Meclîsra Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sîham Qeryo û Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Kîno Garbriyel li ser mijarê ji ANF'ê re axivîn.

Qeryo, li ser biryara Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya ji bo vekişînê got, ji ber ku biryar di demekê de ku gefên dewleta Tirk ên ji bo dagirkeriyê zêde bûne hatiye girtin, bûye sedema fikaran.

Qeryo got, dibe ku biryara vekişînê biryareke rast be, lê belê gava mirov di çarçoveya pêvajoya hesas a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dinirxînin û gefên dewleta Tirk didin pêş çavan, hingî rê li ber gumanan vedike ku ev biryar dikare wan vegerînin 8 sal berê û bixe nava pêvajoyeke giran a şer û bi xwîn.

'HEVKARÎ DI PRATÎKÊ DE PÊK HAT'

Sîham Qeryo bi bîr xist, DYE piştî şerê Kobanê daket qada Sûriyeyê û di pratîkê de di navbera wan û QSD'ê de hevparî çêbû. Qeryo diyar kir, ev biryar di warê siyasî de xwedî aliyên erênî û neyînî ye û wiha dewam kir: "Aliyê xwe yê erênî ew e, ev biryara vekişînê dibe ku bibe gava destpêkê ji bo vekişîna hêzên din ên Sûriyeyê. Me DYE neanîn vir. Di dema şerê Kobanê de hatin. Hêzên Koalîsyonê piştî berxwedana YPG û QSD'ê daket qadê û li ser rûyê erdê li dijî dijminê hevpar têkoşîneke hevpar hate dayin. Ji Til Hemîsê heta Reqayê gelek herêm ji DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin."

'QSD WÊ HER TIM BI ROLA XWE YA DÎROKÎ RABE'

Qeryo bi bîr xist, wan ti carî DYE venexwendine herêmê û anî ziman, QSD'ê heta niha xaka Sûriyeyê ji DAÎŞ'ê û çeteyên din paqij kiriye û wê ji niha û pê ve jî bi vê rola xw erabe. Sîham Qeryo got, "Hêzen me, çi çax herêmeke Sûriyeyê ji dagirkeriyê rizgar kir, dewleta Tirk jî yekser dest bi gefan kir. Ji xwe Cerablûs, Bab, Ezaz û herî dawî jî Efrîn dagir kirin. Niha jî dixwazin vê dagirkeriya xwe bigihînin heta Qamişloyê. Em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xaka xwe diparêzin. Ji roja destpêkê ve em vê dikin. Dema ku me dest bi vê kir, me ti carî negot ku wê DYE bê, alî me bike û em ê bi hev re bimeşin. QSD xaka Sûriyeyê azad dike û li kîjan herêmê xaka Sûriyeyê dagirkirî be, wê ji bo wir têbikoşe. Ji niha û pê ve jî wê QSD bi vê rola xwe ya dîrokî rabe."

'DIVÊ NY Û KENY LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK TEDBÎRAN BIGIRIN'

Qeryo diyar kir ku wan zanîbûn wê DYE rojekê vekişe û wiha bi mijarê daket: "Lewma me timî anîn ziman ku krîza Sûriyeyê ji aliyê gelên Sûriyeyê ve dikare bê çareserkirin. Di vê çarçoveyê de em têdikoşin. Armanca me ew  ku krîza Sûriyeyê bi dînamîkên Sûriyeyî were çareserkirin. Di heman demê de em bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) dikin, ku li dijî gefên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin. Jİ ber ku êrîşeke gengaz wê hem rê li ber krîzeke gelekî mezin a însanî veke, hem jî derbeke giran li çareseriya krîza Sûriyeyê bixe."

'VÊ BIRYARÊ HÊZ DAYE DAÎŞ'Ê'

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Kîno Gabriyel jî got, piştî ku DYE biryara vekişînê da, DAÎŞ'ê li Hecîn û Dêra Zorê hem hêzên xwe yên li eniya şer, hem jî hucreyên xwe yên veşartî xiste nava liv û tevgerê û diyar kir, vê biryarê zerar daye têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê. Gabriyel anî ziman ku ev biryar wê bandorê têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê bike û got, "Li Dêra Zorê hîn jî şerê li dijî DAÎŞ'ê dewam dike. Piştî vê biryarê çeteyên DAÎŞ'ê li Hecînê dest bi êrîşê kirin. Ev biryar zerareke mezin dide keda şervanên QSD'ê û hêzên koalîsyonê ya li dijî DAÎŞ'ê."

'WÊ RÊ LI BER METIRSIYÊN NÛ VEKE'

Gabriyel ragihand, vê biryarê rê li ber gelek krîzan û hin hêzên ku dixwazin xaka Sûriyeyê dagir bikin vedike û got, "Ji bo hêzên ku bi salan e dijminatiyê li xaka Sûriyeyê dikin, derfet afirandiye. Rê li ber hêzên ku dijminatiyê li gelan dikin, bi taybetî dewleta Tirk, vekiriye. Rê li ber wan hêzan vekiriye ku fitne û tevlîheviyê çêdikin."

'EM LI SER PROJEYÊN ÇARESERIYÊ NÎQAŞ DIKIN'

Berdevkê QSD'ê Kîno Gabriyel diyar kir ku ew heta niha ji bo Sûriyeyeke demokratîk û wekhev têkoşiyane û wê vê rola xwe bidomînin. Gabriyel got, "Ji bo afirandina Sûriyeya paşerojê em ê projeya xwe pêşkêş bikin. Li pêşiya me, yanî hem li pêşiya QSD'ê hem jî ya MSD'ê firsend hene ku karibin vê bikin. Niha nîqaşeke wiha tê kirin; mîna ku hêzek li pişta me nebe em nikarin rêya xwe dewam bikin. Nexêr, em xwedî rê û rêbazên xwe yên çareseriyê ne. Hêz û projeyên me hene ku em karibin pê gelên xwe biparêzin û ewle bikin. Planên me yên cuda hene û me dest bi nîqaşkirina wan kirin. Hêza me heye ku em van pêk bînin."