Li Hecînê 30 çete hatin kuştin
Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de li eniyê Şafa û Sûsê yên ser bi Hecînê ve, di navbera şervanên QSD û çeteyên DAÎŞ’ê de şerekî giran diqewime. Di şer de 30 çete hatin kuştin.
Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de li eniyê Şafa û Sûsê yên ser bi Hecînê ve, di navbera şervanên QSD û çeteyên DAÎŞ’ê de şerekî giran diqewime. Di şer de 30 çete hatin kuştin.
Li eniya Şafa û Sûsê yên ser bi Hecînê ve di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAÎŞ’ê de şerekî dijwar diqewime.
Şervanên QSD’ê duh, devereke ku çeteyan çavdêrî lê dikir û cihê seyareyên bombebarkirî teqand.
Li gorî çavkaniyên QSD’ê di vî şerî de 30 çete hatine kuştin û gelek cebilxane jî hatiye desteserkirin.
Şervanên QSD’ê pêngavê didomînin.