Cenazeyê du şervanên Ceyş El-Siwar li Tebqayê hate veşartin

Welatiyên Tebqayê cenazeyê şervanên Ceyş El-Siwar Hisên Abdullcebar (Ebû Sarî) û Elaa El-Xewlî (Qeyser) bi merasîmekê li goristana şehÎdan a Tebqayê veşartin.

Bi sedan welatiyên Tebqa û gundewarên wê Tebqayê cenazeyê şervanên Ceyş El-Siwar Hisên Abdullcebar (Ebû Sarî) û Elaa El-Xewlî (Qeyser) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, ji Nexweşxaneya El-Wetenî ya Tebqayê wergirtin û ber bi goristana şehîdan a Tebqayê ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG/YPJ û QSD’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre ji rêveberên Meclîsa Malbatên Şehîdan Abdulkerîm Îbrahîm û ji fermandarên QSD’ê Omîd Gabar axivîn.

Qisekeran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û gotin; “Ji bo rizgarkirina xakê ji zilm û zora çeteyan şehîdan rêya berxwedanê hilbijart û di oxira wê de canê xwe feda kirin. Şehîd rûyê rast ên şoreşê ne, şoreş bi saya têkoşîna şehîdan didome.”

Piştre nasnameyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Girseya gel cenazeyê herdu şehîdan bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.