Li Îdlîbê çeteyên dewleta Tirk bi hev ketin

Dewleta Tirk ji bo ku Îdlîbê ji rojevê derxîne xwe amade dike ku êrîşî Minbîcê bike lê li Îdlîbê çeteyên girêdayî wê bi hev ketine.

Çeteyên dewleta Tirk bi hev ketine yên ku Tirkiyeyê di hevdîtinên Astana û Soçiyê de garantoriya wan dikir.

Komên Heyet Tehrîr El Şam ên ku Cebhet El Nusra pêşengiya wan dike, duh li bakurê rojhilatê Îdlîbê êrîşî çeteyÊn Nûredîn Zenkî kirin.

Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin Heyet Tehrîl El Şam Çiyayê Berekat û gundê Taqadê xistiye bin kontrola xwe.

Li herêma Daret El-Îzza şer didome û ji herdu aliyan gelek mirî û birîndar hene.

LI ÎDLÎBÊ KAOS ZÊDE DIBE

Dewleta Tirk berê jî di civînên Astana û Soçiyê de garantoriya komên li Îdlîbê kiribû û soz dabû ku ew ê ev kom ji hev werin cihêkirin.

Dewleta Tirk ji bo rewşa li Îdlîbê veşêre hewl dide Minbîcê têxe rojevê.

Di heman demê de balefirên şer ên Rûsya û Sûriyeyê çar roj in li bejahiya Morekê ya ku nêzî navçeya Cisr El Şuxurê ye li hemberî komên cîhadîst êrîşên hewayî dike.

LI ÎDLÎBÊ KÎJAN KOM HENE

Li Îdlîbê El Nûsra heye ya ku şaxekî El Kaîdeyê ye. El Nusra di lîsteya terorê ya Neteweyên Yekbûyî de ye û ji bo ku ji vê lîsteyê derkeve navê xwe kiribû Heyet Tehrîr El Şam.

Di nav Heyet Tehrîr El Şam’ê de ji xeynî El Nusrayê, Ceyşul Sunne, Cundul Aksa, Lîwa El Heq, Ceyşul Ehrar, Hurras El Dîn û Ensar El Dîn hene.

Di bloka duyemîn de jî Nûreddîn Zenkî heye yê ku bi Ehrar El Şamê re tifaqek çêkiriye. Bi tevlêbûna hin komên biçûk û mezin di Sibata 2018’an de ‘Eniya Neteweyî ya Sûriyeyê’ ava kirin. Ev kom gelek ji wan di Mertala Firatê de cih girtibûn.

Koma sêyemîn jî Îhvan di nav de Feyleq El Şam, Ceyşul Îdlîb, Ceyşul Nûxbe, Ceyş El Nasir hene. Gelekê ji van koman him tevlî Mertala Firatê û him jî tevlî dagirkeriya Efrînê bûbûn. Tirkiyeyê di çarçoveya hevdîtinên Astanayê de soz dabû ku van koman ‘nerm bike.’