‘Nûnerê Minbicê’ yê Tirkiyeyê fenbaz derket

Derket holê ku kesê ku dewleta Tirk ew bi navê nûnerê gel ê Sûriyeyê qebûl kiriye, navê wî sixte ye û fenbaz e.

Dewleta Tirk a dagirker demek berê diyar kiribû ku ew bi ‘nûnerên eşîran’ re civiyane. Medyaya Tirkiyeyê jî diyar kiribû ku bi navê ‘Meclîsa giştî ya eşîrên Sûriyeyê’ meclîsek heye.

Li gorî ANHA’yê kesê navê Abdulkerîm El-Fehîl bi kar tîne û qaşo eşîra El Xenayîm temsîl dike li ser navê Minbicê tevlî civîna dewleta Tirk bûye û ev kes navê wî yê rastîn Ekrem El Seyad e û di nav gelê Minbicê de wekî fenbaz tê naskirin.

BI FENBAZIYÊ TÊ NASKIRIN, NAVÊ XWE GUHERANDIYE

Kesekî ji eşîra El Xenayim diyar kir ku ev kes Ekrem El Seyad e û ji gundê Til Ereş ê navçeya Ebû Qelqel a Minbicê ye. Vî kesî diyar kir ku ev kesê ku qala wî tê kirin, di nav gel de wekî kesekî fenbaz tê naskirin û pereyê gelek kesan xwariye.

Vî kesê ji eşîra El Xenayim diyar kir ku ev kesê fenbaz ne nûnerê eşîra wan e û ji bo ku piştî pereyê mirovan xwar karibe ji wan bireve 6 sal berê dev ji jina xwe berdaye û tevî 10 milyon lîrayê Sûriyeyê reviyaye Tirkiyeyê.